'Di têkoşîna ragihandina azad de keda Rizgar mezin bû'

Hevalên şehîd Rizgar Adanmiş soza şopandina rêya şehîdên çapemeniya azad û bilindkirina têkoşînê didin û dibêjin "Şehîd Rizgar her tim digot me dîroka xwe bi çavê dagirkeran dixwend, divê her rojnamevanek di nîvisandina dîrokê de cih bigire."

'Di têkoşîna ragihandina azad de keda Rizgar mezin bû'
17 kanûn, 2022   23:40
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 5ʹemîn a şehadeta hevalê me Rizgar Adanmiş hevalên wê Arîn Denîz û Dilyar Cizîrî ji me re axivîn.

Edîtora servîsa erebî ya ajansa me (ANHA) Arîn Deniz destpêkê di kesayeta şehîd Rizgar Denîz de hemû şehîdên ragihandina azad bi bîr anîn û li ser kesayeta şehîd Rizgar Adanmiş wiha axivî: "Em nikarin behsa şehîd Rizgar bikin, ji ber ku gotin li hemberê kêm dimînin. Ji bo wî pîvanên hevaltî esas bû û di karê xwe de pir hezkirî bû, pir ji axa welat hez dikir. Şehîd Rizgar pir bi bajarê Qamişlo ve girêdayî bû."

/kr/uploads/files/2022/12/17/194215_arin.webp

'DIVÊ HER ROJNAMEVANEK DI NIVÎSANDINA DÎROKÊ DE CIH BIGIRE'

Arîn Denîz diyar kir ku şehîd Rizgar her tim dixwest ku mirov dîroka xwe ya rast bixwîne û her rojnamevanek di nîvisandina dîrokê de cih bigire û bi van gotinan axaftinên şehîd Rizgar bi bîr tîne: "Şehîd Rizgar her tim digot, me bi çavê dagirkeran ku dîroka me nîvisandine dixwend, divê her rojnamevanek di nîvisandina dîrokê de cih bigire."

Arîn Denîz bal kişand ser taybetmendiyên şehîd Rizgar di dema kar de û got: "Şehîd Rizgar di gelek pêngavên şer de cih girt, kêlî bi kêlî berxwedana şervanan dişopand. Her tim digot, divê her kes vê berxwedanê bibîne û çawa Rêveberiya Xweser bi çi ked û tecrube hate avakirin, divê her kes bibîne û xwedî lê derkeve."

Arîn Denîz soza şopandina xeta heqîqetê da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelek hevalên me rêya şehîd Rizgar şopandin weke şehîd Saed, şehîd Îsam, şehîd Dilîşan, Şehîd hogir. Ruxmî êrişan em ê vê xetê bidomînin.”

ʹDI TÊKOŞÎNA RAGIHANDINA AZAD DE KEDA RIZGAR MEZIN BÛʹ

/kr/uploads/files/2022/12/17/194236_.webp

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) rojnamevan Dilyar Cizîrî jî şehîd Rizgar Denîz, şehîd Îsam, Sead û hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr anîn.

Dilyar Cizîrê bal kişand ser binpêkirinên li dijî rojnamevanan û got: "Li gorî raporên navneteweyî, di sala 2022ʹyan de gelek êriş li dijî rojnamevanan hatine kirin. 67 rojnamevan hatin qetilkirin. Li gorî rapora Nûçegihanên Sînor Nenas jî, li seransarê cîhanê 57 rojnamevan rastî êrişan hatine û 533 rojnamevan jî hatine girtin. Yekitiya Rojnamevanan a Navneteweyî jî dibêje, 375 rojnamevan hatine girtin û li Tirkiyê herî zêde rojnamevan têne girtin. Li Sûriyê, bi taybet bakur û rojhilatê wê ya ku jiyana rojnamevanan dixe xetereyê dewleta Tirk e. Hedefkirina Şehîd Rizgar Deniz jî rast e ji aliyê DAIŞ’ê ve bû, lê li pişta DAIŞ’ê kî hebû? Kî DAIŞ çêkir û kî nêzê 40 hezar çeteyên DAIŞ’ê di ser sînorê xwe re derbasî herêmê dikir? Divê bersiva van pirsa were dayîn! Berpirsiyarê yekem dewleta Tirk e.”

Dilyar Cizîrî yek ji hevreyên şehîd Rizgar Denîz e ku demeke dirêj di ANHAʹyê de kar dan meşandin diyar kir ku di tekoşîna ragihandina azad a ku li herêmê tê kirine de kedeke mezin a şehîd Rizgar hebû û wiha dom da axaftina xwe: "Di merasîmê oxirkirina şehîd Rizgar de bi dehan xebatkarên çapemeniya azad soza şopandina xeta wî dan û heta niha li ser vê sozê ne. Dema şehadeta rojnamevan Îsam Ebdullah de jî ev soz dûbare kirin. Ji destpêka şoreşê ve hate niha 26 rojnamevan şehîd bûne. Wekî Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Ji bo azadiya çapemeniyê çi ji destê me were em wî sozê carekî din dubare dikin. Ji bo parastina rojnamevanan çi ji destê me were em ê bikin. Karek din jî ku me destpê kiriye û em dikin parastina nasnameya rojnamevantiyê ye. Nasnameya rojnamevantiyê nasnameyekî girîng e û berdêla wî çi dibe bila bibe divê were parastin. Çi dikeve ser milê me dikin û em ê bikin jî."

12’ê Cotmehê 2017’an dema ku welatiyên sivîl ji ber zilma çeteyên DAIŞʹê ber bi herêmên rizgarkirî ve yên di bin parastina şervanên QSD’ê de direviyan, nûçegihanên me Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed û Rizgar Adanmiş, ji bo rewşa wan welatiyan bişopînin, berê xwe da rêya Xurafî ya di navbera Dêrazor û Hesekê de. Li vir çeteyên DAIŞ’ê du erebeyên bombebarkirî teqandin. Di encama teqînê de nûçegihanên Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed şehîd bûn, Rizgar jî bi giranî birîndar bû û piştî 70 rojan ku di nexweşxaneyên Hesekê, Qamişlo û paşê jî Şamê de li ber xwe da, di 18‘ê Kanûna 2017‘an de şehîd bû.

ANHA