​​​​​​​'Esasgirtina fikrên Rêber Ocalan dê planên Tirkiyê vala derxîne'

Ciwanên Tebqayê diyar kirin ku belavkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan û birêxistinbûna li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî çareseriya herî guncaw ji bo pûçkirina planên dewleta Tirk ên dijberî herêmê ye.

​​​​​​​'Esasgirtina fikrên Rêber Ocalan dê planên Tirkiyê vala derxîne'
18 kanûn, 2022   01:49
TEBQA- EBDUREHMAN SALIH

Êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Tebqayê têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.

/kr/uploads/files/2022/12/17/194431_-.webp

Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê şaxê Tebqayê Diya Dîn El Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi binpêkirinên xwe yên dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jihevxistina civakê û têkbirina nirxên wan ên hevbeş armanc dike.

El Mihemed bal kişand ku dewleta Tirk siyaseta birçîkirin û dorpêçê dimeşîne û armanc dike ku herêmê bê niştecihên wê bihêle, ji lew re di demên dawîn de cihên xizmetgûzariyê ên herêmê hedef girtin.

El Mihemed got ku ew ê belavkirina ramanên Rêber Abdullah Ocalan û xurtkirina rêgezên neteweya demokratîk û di serî de şer gel ê şoreşgerî berdewam bikin, ji ber ku çareseriya herî guncaw e.

El Mihemed anî ziman ku ciwanên herêmê dê teslîmî dewleta Tirk a dagirker nebin û dê li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê parastina xak û gelê herêmê bikin.

/kr/uploads/files/2022/12/17/194514_-.webp

Ji rêveberên Yektiiya Jinên Ciwan Îslam Ebas jî bêdengiya hemû alî û hêzên navneteweyî li hember sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Îslam diyar kir ku ew hêz îradeya gelên demokrasîxwaz red dikin, ji lew re li hember êrişan bêdeng dibin.

Îslam wiha axaftina xwe domand: "Di vê qonaxê de wek ciwan ji me tê xwestin ku em civakê li gorî fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin bikin, têgeha xweparastinê xurt bikin û li hember hemû xeteriyan bisekinin.”

Îslam di dawiyê de destnîşan kir ku ew ê li hember planên dewleta Tirk a dagirker ên dijberî herêmê bisekinin û bi QSD`ê re beşdarî erka parastina herêmê bibin.

ANHA