​​​​​​​Tevgera Hîlala Zêrîn ji CPT'ê xwest ku rewşa rêber Ocalan eşkere bike

Tevgera Hîlala Zêrîn a Til Temir bang li CPT'ê û rêxistinên peywendîdar ên mafên mirovan kir ku rewşa tenduristî ya rêber eşkere bikin.

​​​​​​​Tevgera Hîlala Zêrîn ji CPT'ê xwest ku rewşa rêber Ocalan eşkere bike
17 kanûn, 2022   19:16
HESEKÊ

Bertekên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember siyasetên dewleta Tirk ên li ser rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya CPT, didomin.

Nivîsgeha Serdemê ya Hiqûqî di 29'ê Mijdarê de anî ziman ku li gorî agahiyan rêber Abdullah Ocalan di Îlona 2022'an de derneketiyê hevdîtina bi CPT`ê re. Her wiha metirsiyên xwe têkildarî rewşa rêber Ocalan anî ziman.

Têkildarî wê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên cuda tên lidarxistin û bang li aliyên peywendîdar û CPT'ê dikin ku yekser rewşa rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin.

Tevgera Hîlala Zêrîn a Til Temir çalakiyek orgenîz kir, bi dehan şêniyên navçeyê lê hazir bûn.

Endama rêveber a Tevgera Hîlala Zêrîn Reşe Elî Elo daxuyanî xwend û tê de tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Her wiha Reşe got: “Mixabin yên banga mafên mirovan dikin, herî zêde mirovahiyê digirin.”

Reşe Elî Eli di daxuyaniyê de bang li CPT'ê kir ku yekser rewşa rêber Abdullah Ocalan eşkere bike û anî ziman ku  divê rêxistinê NY'yê û rêxistinên mafên mirovan erka xwe li hember rêber Ocalan bi cih bîne.

Endamên Tevgera Hîlala Zêrîn hin helbset xwendin, paşê şanoyek bi navnîşan "Dem dema azadiyê ye" ku behsa komploya navneteweyî li dijî rêber Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an dike, hat pêşandan.

(dm)

ANHA