​​​​​​​Rûspiyên eşîrên Tebqayê: Têkoşîna me li dijî tecrîdê berdewam e

Rûspiyên eşîrên Tebqayê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li lidarxistina çalakiyan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

​​​​​​​Rûspiyên eşîrên Tebqayê: Têkoşîna me li dijî tecrîdê berdewam e
17 kanûn, 2022   15:26
TEBQA

Meclisa Rûspiyan a Tebqayê îro beşdarî çalakiya konvedanê bûn ku Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Tebqayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li dar xistiye.

Meclisê li wir daxuyaniyek da ku ji aliyê rûspiyê êla El Bû Xemîs a Tebqayê Hisên El Raşid ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Em tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. Ji ber ku Ocalan ne tenê serok û sembola azadiyê ji bo gelê Kurd e, lê belê di heman demê de ew kesê yekane ye ku bernameyeke giştî pêşkêş kir da ku veguhertina demokratîk li herêmê pêk were û hemû gelên bidest azad bibin.

Dewleta Tirk bi rêya tecrîdê, armanc dike ku vîna gelên azadîxwaz bişikîne, ji ber ku fêm kiriye ku azadiya rêber Ocalan tê wateya belavkirina azadî û aştî li seranserî cîhanê ku modernîteya kapîtalîst wê li ser berdewamiya xwe xetere dibîne.

Em bang dikin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber û ronakbîr Abdullah Ocalan hemû azadîxwazên li cîhanê bikevin tevgerê, ji ber ku azadiya wî tê wateya serkeftina edlê li ser zulmê ye.”

(şx)

ANHA