​​​​​​​Di topbarana li ser Girê Spî de zarokek jiyana xwe ji dest da

Di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li dijî gundekî rojavayê Girê Spî zarokekî jiyana xwe ji dest da û gelek welatiyên din birîndar bûn.

​​​​​​​Di topbarana li ser Girê Spî de zarokek jiyana xwe ji dest da
17 kanûn, 2022   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li dijî gundê Reqas ê rojavayê bajarê Girê Spî zarokê bi navê Weys Mihemed Weys (10) jiyana xwe ji dest da û gelek welatiyên din birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, birîndar li nexweşxaneyên bajarê Reqayê tene dermankirin.

(şx)

ANHA