​​​​​​​Niştecihên Şamê hêvî dikin li herêmên Rêveberiya Xweser bijîn

Welatiyekî ku ji Şamê berê xwe daye bajarê Qamişlo diyar kir ku piranî niştecihên paytexta Sûriyê hêvî dikin li herêmên Rêveberiya Xweser bijîn ku rewşa jiyanî û ewlehiyê li gorî herêmên din ên Sûriyê lê baştir e.

​​​​​​​Niştecihên Şamê hêvî dikin li herêmên Rêveberiya Xweser bijîn
15 kanûn, 2022   04:53
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de ewlehî nîn e û krîza aborî bandor li hemû warên jiyanê kiriye. Li wan herêman gendelî û keysbazîbazkirina hemû çavkaniyan ji aliyê rayedar, efser û nasên wan ve heye.

Ev rewş dihêle ku welatî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî stargeh bibînin û berê xwe bidinê.

Vê dawiyê, welatiyê bi navê Asim El Şamî erebeya xwe firot û ji Şamê hat Qamişlo.

Asim El Şamî (ji tirsa ku zirar bigihîne xizmên wî yên hîna li Şamê ne ev nav bi kar aniye) diyar kir ku li herêmên serweriya hikumeta Şamê rewş trajîk e û mirov nikare lê bijî. El Şamê got ku hin welatiyan mal û erebeyên xwe firotine da ku bikarin zarokên xwe têr bikin.

El Şamî bi bîr xist ku Mazot û benzîn li Şamê tune ye û karên şêniyan sekinîne.

′TU BERÊ XWE BIDÎ KU, BERÎKA TE DIDZIN′

Têkildarî gendeliya di saziyên hikumeta Şamê de El Şamî dibêje: “Efser ji xwediyên stasyonan didizin, ew jî para şêniyan ji sotemeniyê didizi. Tu kes wan ceza nake, ew li ser hesabê xelkê xizan qezenc dikin.”

El Şamî eşkere kir ku çar şaxên girêdayî hikumeta Şamê (Istîxbarata hewayî “Cewiyê”, Ewlehiya Leşkerî 215, Ewlehiya Siyasî û Firqeya 4′an) dest danîne ser stasyonên sotemeniyê yên li Şamê û stasyon li gorî efserê çavdêr tên birêvebirin.

El Şamî got “tu biçî ku berîka te talan dikin” û diyar kir ku civak bûye du beş; beşa ewlehî û leşkerî ku li ser qûta welatiyan jiyaneke lûks dijî û beşa navîn ku li ser pereyên ji derve tên dijî, yên mayî jî di dojehê de jiyan dikin.

El Şamî bal kişand ku hikumeta Şamê kartên ewlehiyê difiroşe bazirgan û dewlemendan û bi rêya wan kartan bi kêfa xwe digerin û tu kes wan muhasebe nake.

′NİŞTECİHÊN ŞAMÊ HÊVÎ DIKIN KU LI HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER BIJÎN′

El Şamî destnîşan kir ku bi hezaran kes dixwazin berê xwe bidin herêmên Rêveberiya Xweser û wesayita ku pê hatiye herêmê bi koçberan dagirtî bû.

El Şamê dibêje ku cudahiyek mezin di navbera jiyana li herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên hikumeta Şamê de heye û got: “Şêniyên Şamê hêvî dikin ku li herêmên Rêveberiya Xweser bijîn, pir kes vê gotinê dikin.”

Asim El Şamî bal kişand ser ewlehiya li herêmê jî û got ku şênî hêvî dikin di nav vê ewlehiyê de bijîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li vir tu jiyanê hîs dikî. Ewlehiya li vir heye, li wir tune ye. Li wir tu nizanî kîjan kêliyê bi ser mala te de bigirin û te binçav bikin, bêyî ku tu sûcê xwe jî bizanî."

(fr)

ANHA