`Heta avakirina civakeke demokrat û azad em ê rêya şehîdan bişopînin`

Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Hecî Hemûd li Goristana Şehîdan oxir kir û teqezî bi berdewamkirina rêya şehîdan heta avakirina civakeke demokrat û azad kir.

`Heta avakirina civakeke demokrat û azad em ê rêya şehîdan bişopînin`
14 kanûn, 2022   15:23
MINBIC

Bi sedan şêniyên Minbicê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, saziyên rêveberiyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û saziyên jinan tev li merasîma oxirkirinê bûn.

Karwanê şehîd ji nexweşxaneya Firatê ber bi Goristana Şehîdan ve bi rê ket.

Li goristanê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Hemade Ezîz axivî û got: “Şehîdan ji bo jiyaneke birûmet û azad canê xwe feda kir. Şehîd Elî şehîd bû da ku xelkê bajêr di nav ewlehî û aştiyê de be.”

Hemade soza şopandina rêya şehîdan da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Fatme El Betran jî mîna El Hemade soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

Hevseroka Meclisa Rêveber Nazîfe Xelo axivî û sersaxî da malbata şehîd û wiha axivî: “Fedakariyên şehîdan, vîn û îsrara me ya pêşxistina projeya şehîdan xurttir dike. Heta avakirina civakeke azad, demokrat tê de wekhevî û edalet heye, em dê rêya şehîdên xwe bişopînin.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Ebû Ebdo wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Dûre, şêniyan cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan de spart axê.

(şx)

ANHA