​​​​​​​Şêniyên Reqayê `Bê serok jiyan nabe` qêriyan

Şêniyên Reqa, bi xwepêşandanekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga eşkerekirina rewşa wî kir.

​​​​​​​Şêniyên Reqayê `Bê serok jiyan nabe` qêriyan
14 kanûn, 2022   14:16
REQA

Li ser bangewaziya Meclisa Giştî û Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê, şêniyên Reqa, endamên meclisên sivîl, leşkerî û partiyan derketin xwepêşandanê ku ji pêşiya avahiya Meclisa Giştî dest pê kir û li qada Itfaiyê rawestiya.

Girseyê sloganên “Bê serok jiyan nabe” berz kirin û pankartên “Azadiya serok Apo azadiya gelan e” û “Em azadiya serok Apo dixwazin” hildan.

/ar/uploads/files/2022/12/14/133031_bshra-alaly.webp

Li qadê, hevseroka Meclisa Ciwanan a Reqayê Buşra El Elî daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de bang li gelan hat kirin ku bi lez asta têkoşînê mezin bikin ku bi saya fikr û feslefeya rêber Abdullah Ocalan rizgar bûye,. Her wiha bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî hat kirin ku rewşa tenduristiya rêber Ocalan eşkere bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Projeya rêber Abdullah Ocalan, pirrengiyê, jiyana hevbeş di navbera ol û pêkhateyan de armanc dike. Propagandaya ku li ser jiyana rêbertî ji aliyê desthilatên navneteweyî û rêxistina CPT`ê ve tê kirin, şikandina vîna gelan armanc dike.”

Di dawiya xwepêşandanê de, girseyê “Bê serok jiyan nabe”, “Na ji tecrîda li ser rêber Ocalan re”, berz kirin û çûn tev li çalakiya konvedanê bûn ku li hemberê qada Itfaiye hatiye vedan.

(şx)

ANHA