​​​​​​​Şêniyên Reqa çalakiya konvedanê dest pê kir

Şêniyên Reqayê îro li bajêr çalakiya konvedanê dest pê kir û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîda li ser wî, kir.

​​​​​​​Şêniyên Reqa çalakiya konvedanê dest pê kir
14 kanûn, 2022   16:38
REQA

Şêx û rûspiyên eşîran, Meclisa Sivîl a Reqayê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Komîteya Tenduristiyê beşdar bûn. Her çalakî dê 2 rojan dewam bike.

Bi navê Meclisa Qanûsaz a Reqayê, endamê meclisê şêx Mihemed El Bohebal axivî û got: “Rast bedenê serok girtiye lê ew nekarin li hember gelê ku hêza xwe ji rêber wergirtiye û felsefeya wî ji xwe re kiriye çirûska azadî û rûmetê bisekinin. Em bang li NY'yê û tevahî gelê demokratxwaz dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin ku rêber Abdullah Ocalan ji girtîgehê Îmralî derxe.”

/ar/uploads/files/2022/12/14/143245_shtha-mhmd.webp

Cîgirê Hevserokê Komîteya Tenduristiyê Reşad Mihemed da zanîn ku ew îro li hember dagirkeriya Tirk û tevahî desthilatdarên cîhanê sekinîn û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dixwazin û wiha domand: “Heke xeyal dikin ku bi dîlgirtina rêberê me dê tevgerên azadiyê tune bikin, hûn şaş in, ji ber ku yên xwedî li fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan derdikevin, bi xwe Ocalan in û tu carî fikrê Ocalan tune nabe."

/ar/uploads/files/2022/12/14/143225_rshad-mhmd.webp

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Hemûd jî wiha axivî: “Em bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navnetewyî dikin ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bînin ku doza wî bûye dozeke navnetweyî.”

El Hemûd di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Dewleta Tirk dixwaze doza rêbertî wisa xuya bike ku dozeke tenê ya gelê kurd e. Lê belê pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Çerkez, doza rêber Abdullah Ocalan, wek doza hemû gelan dibînin ku banga azadî û avakirina civakeke demokratîk dikin.”

Her wiha biryar e ku sibe şandeyên din serdana çalakiya konvedanê bikin.

(dm)

ANHA