Dewleta Tirk dibistana gundê Koran rûxand

Di dîmenên ku ajansa me bi dest xistine de zirara ku ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker di malên şêniyên gundê Koran û dibistana gund de çêbûne, diyar dibin. Topbarana li ser gund hîna dewam dike.

Dewleta Tirk dibistana gundê Koran rûxand
14 kanûn, 2022   10:21
​​​​​​​KOBANÊ

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker dibistana yekane li gundê Koran (20 km li rojhilatê Kobanê) nayê bikaranîn û bi dehan xwendekar bê perwerde mane.

Çûn û hatina di navbera gundên rojhilat û rojavayê Kobanê de jî pir xeter bûye. Nexasim ku ew gund bi awayekî hovane ji aliyê baregehên dewleta Tirk a dagirker ve tên topbarankirin. Keşfên biçek jî li asîmanê herêmê digerin.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi balafirên şer, keşfên biçek, topavêj û tankan zêde kirin. Di êrişan de cihên stratejîk û giştî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên hedefgirtin. Di encama êrişan de heta niha hejmareek şêniyên herêmê û şervanên QSD′ê şehîd bûne.

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî navenda Kobanê û gundewarên wê 18 dibistan hatin girtin.

Di 20′ê Mijdarê de artêşa Tirk a dagirker Nexweşxaneya Korona ya li başûrê Kobanê rûxand.

(fr)

ANHA