​​​​​​​Li Şehbayê metirsiyên qutbûna nan û avê û belavbûna nexweşiyan

Li gel dewamkirina dorpêça li ser kantona Şehbayê ji hêla Firqeya 4`an a hikumeta Şamê ve metirsiyên qutbûna nan û avê û belavbûna nexweşiyan ji ber rawestîna karê şaredariyê û komnekirina gilêşê, zêdetir dibin.

​​​​​​​Li Şehbayê metirsiyên qutbûna nan û avê û belavbûna nexweşiyan
14 kanûn, 2022   10:24
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Ji nêzî 5 salan ve Firqeya 4′an a girêdayî hikumeta Şamê dorpêçê li ser kantona Şehbayê ferz dike, lê ev dorpêç ji Tebaxê ve hatiye şidandin.

Berê Firqeya 4′an rê dida ku mîqadarên hindik ên xurekê, madeyên tenudristiyê û sotemenî li beramberî pereyên zêde derbas bibin. Lê ji destpêka Tebaxê ve ambargoyeke giran ferz dike. Di encamê de jiyana zêdetirî 200 hezar welatiyan bi xetereyeke mezin re rû bi rû maye. Her wiha saziyên xizmetguzariyê û dibistanan hatine rawestandin û xizmetên tenduristiyê li ber sekinînê ye.

Hevserokê Desteya Aborî ya herêma Efrînê Îmad Dawûd hişyarî da û got: "Ji ber qedexekirina derbasbûna madeyên pêwîst ên mîna ard, hevîrtirş û sotemeniyê dibe ku di çend rojên bê de kantona bê nan bimîne."

Li gorî Dawûd, rojane pêdiviya kantonê bi 36 ton ard û zêdetirî 4 hezar lître mazot heye.

Dawûd hişyarî da û diyar kir ku ji ber nebûna mazota pêwîst ji bo pêxistina jeneratoran dibe ku welatî nikarin ava vexwarinê ji bîran bikişînin.

Di heman demê de ji ber tunebûna mazotê xebatên şaredariyê rawestiyane, nikarin gilêşê (çop) kom bikin. Ev yek metirsiya belavbûna nexweşiyan di nava şêniyên Şehba û koçberên Efrînê de zêde dike.

BUHAYÊN NEDÎTÎ

Di encama dorpêçê de sotemenî bi buhayekî tê firotin. Lîtreya mazotê gihîşt 8 hezar lîreyên Sûriyê û lîtreya benzînê jî bûye 15 hezar lîre. Buhayê tupeke gaza malan jî bûye 120 hezar lîre.

Bi qutbûna mazotê re şêniyên Şehbayê û koçberên Efrînê bê germahî jiyana xwe derbas dikin. Ev yek xetereyeke mezin li ser tenduristiya şêniyan, bi taybet zarok û pîran çêdike.

Îmad Dawûd li ser vê yekê jî got: "Piranî cotkar ji ber tunebûna sotemenî, semad, dermanên kelmêşan dev ji çandiniyê berdan ku stûna aboriya herêmê ye."

(fr)

ANHA