Deriyê Berlînê bi nivîsa 'Jin, Jiyan, Azadî' hat ronîkirin

Li ser malperên medya dijîtal wêneyên Deriyê Birandburg ê Berlînê ku bi dirûşmeya 'Jin, Jiyan, Azadî' hatibû ronîkirin, hatin parvekirin.

Deriyê Berlînê bi nivîsa 'Jin, Jiyan, Azadî' hat ronîkirin
14 kanûn, 2022   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi dehan kesan li ser hesabên xwe yên medya dijîtal wêneyên Deriyê Birandburg (Deriyê Berlînê) ku wekî sembola paytexta Almanya Berlînê tê hesibandin, belav kirin. Deriyê Birandburgê bi dirûşmeya 'Jin, Jiyan, Azadî' hatibû ronîkirin.

Jin, Jiyan, Azadî ji bo piştgirîdayîna xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatibû nivîsandin.

Piştî qetilkirina ciwana Kurd Jîna Emînî (22) ji aliyê “Polîsên Exlaqê!” yên Îranê ve, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengiya jinan û bi dirûşmeya 'Jin, Jiyan, Azadî' xwepêşandanan dest pê kir.

Dewleta Îranê li dijî xwepêşandêran dest bi binçavkirin, darvekirinan kir. Dozgeriya Giştî ya Tehranê roja Sêşemê ragihand ku ji ber tevlêbûna xwepêşandanan li dijî 400 kesî biryara girtinê hatiye derxistin.

(cx)

ANHA