Hikumeta Şamê zexta li ser welatiyan dewam dike

Li gel krîza sotemeniyê ya li herêmên hikumeta Şamê, hikumetê ragihand ku buhaya mazot û benzînê zêde kir.

Hikumeta Şamê zexta li ser welatiyan dewam dike
14 kanûn, 2022   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Bazirgaiya Hundirîn û Parastina Mezexêran a hikumeta Şamê buhaya benzîna oktan a mezexêr 90 kir 3 hezar, benzîna oktan a azad 90 kir 4 hezar û 900 lîreya Sûriyê û buhaya benzîn oktan 95 kir 5 hezar û 300 lîreya Sûriyê.

Her wiha buhaya mazotê ku ji hêla şîrketa sotemeniyê ya ji saktroên giştî û taybet re tê belavkirin, di nav de saziya Sûriyê ya firinan û firinên saktroa taybet a ku tûrê nan bi 700 lîreyên Sûriyê çêdike bilind kir. Li kêlek wê jî mazota ji bo xebatên aborî kir 3 hezar lîreya Sûriyê.

Ev biryar piştî felcbûneke giştî di saktroa veguhastinê de pêk hat. Ji ber ku mafyayên girêdayî hikumeta Şamê mazotê keysbaz dikin û bi buhayên nayên aqilan difiroşin.

Hikumeta Şamê duh ragihand ku hemû aliyên giştî û dibistan heta hefteyekê betlane ye.

Ji bo kehrebeyê jî, rojane ji 21 heta 23 saetan kehrebê kêm bûye û hin herêman jî kehrebê zêdetirî rojekê nagihîne wan.

Xwediyên firinên taybet jî bi sedema nedabînkirina mazota pêxistina jenetoran, sekinîn.

(fr)