Şêniyên Tebqa û Dêrazorê xwestin tavilê rewşa rêber Ocalan were eşkerekirin

Welatiyên Dêrazor û Tebqayê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got divê demildest rewşa li girtîgeha Îmraliyê were eşkerekirin.

Şêniyên Tebqa û Dêrazorê xwestin tavilê rewşa rêber Ocalan were eşkerekirin
13 kanûn, 2022   23:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk ji Adara 2021′ê ve tu agahî derheqê rewşa rêber Ocalan de nedaye û tecrîdeke girankirî li dijî rêber Ocalan ferz kiriye. CPT′ê jî di serdana xwe ya dawîn a li girtîgeha Îmraliyê de tu daxuyaniyeke zelal li ser rewşa rêbertî neda.

Bêdengiya CPT′ê welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî hêrs kir, bi xwepêşandan û daxuyaniyan bang kir ku demildest rewşa tenduristî ya rêber Ocalan were eşkerekirin.

Welatiya bi navê Macîde El Hisên  a ji Tebqayê bêdengiya rêxistinên hiqûqî û mirovî ya der barê tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan  de şermezar kir û got: "Em hemû dizanin ku CPT girêdayî hêzên ku komploya li dijî rêber Ocalan pêk aniye, ji lew re normal e ku serdanên wê dûrî rastiya ku li dijî rêber Ocalan tên ferzkirin be."

Macîde El Hisên anî ziman ku rapor û serdanên ku CPTʹyê, tenê ji bo ku gel bixapîne ku ew karê xwe bi cih tîne û ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan tedbîran digire.

Macîde El Hisên her wiha  diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji  tecrîda li dijî rêber Ocalan û êrişên li dijî herêmên Kurdistanê têkbirina projeya neteweya demokratîk e ku astengiya yekane di rêya wê de ye.

Di dawiyê de Macîde El Hisên got, wê berxwedana gel û têkoşîn ji bo serxistina projeya neteweya demokratîk û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dewam dikin.

′JI BO ŞIKANDINA TECRÎRDÊ BERPIRSIYARIYÊN MEZIN LI SER MILÊN ME NE′

Nasir El Abir yê ji Tebqayê tecrîda fîzîkî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kir û  got: "Ji bo şikandina tecrîdê berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me, divê gel qada têkoşîn û berxwedanê fireh bike."

Welatiyê bi navê Mehmûd El Merkaz ji gundewarê rojhilat ê Dêrazorê got: "CPT′yê îdia kir ku di serdana xwe ya li Îmraliyê de Rêbertî dîtiye, lê heta niha tu daxuyaniyek li ser vê serdanê nedaye û rewşa Rêbertî eşkere nekiriye. Ev tişt îsbat dike rewşa rêbertî ne aram e û CPTʹyê neciviyaye."

El Merkaz di dawiyê de bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navîn kir ku dakevin qadan, bang bikin bila malbat û parêzer hevdîtinê  bi rêber Ocalan re bikin, tecrîd bi dawî bibe û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk were.

Welatiyê bi navê Ayîd El Zayid jî got: "Em şêniyên Dêrazorê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were û rewşa wî ya tenduristiyê were eşkerekirin em ê bangên xwe bidomînin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9vgy9VA98Bk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>