​​​​​​​Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Hediye Suerê piştî 5 mehan radestî malbatê kir

Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Hediye Suerê ya ku di meha Tîrmehê de li Çiyayê Bagokê şehîd bû, piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin.

​​​​​​​Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Hediye Suerê piştî 5 mehan radestî malbatê kir
13 kanûn, 2022   20:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê gerîlaya YJA-Star Hediye Suerê (Arjîn Xwînda Gabar) ku di 27'ê Tîrmehê de li Çiyayê Bagokê şehîd bû, piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin. Piştî encama testa DNA'yê diyar bû, malbata şehîd Arîn Xwînda Gabarnçû cenazeyê wê ji Goristana Bêkesan a li navçeya Artûklû ya Mêrdînê wergirt.

Malbat cenaze bir navçeya Wêranşarê ya Rihayê da ku li wir bê veşartin.