​​​​​​​Kongra Star li Hesekê û Til Temirê panel hatin lidarxistin

Kongra Star di çarçoveya çalakiyên li dijî tecrîkirina rêber Abdullah Ocalan de, bi sernavê "Pirsgirêka jin û siyasetê di nêrîna rêber Ocalan de " panel li dar xistin.

13 kanûn, 2022   17:20
 HESEKÊ

Kongra Star a Kantona Hesekê li dijî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan, duh dest bi rêzeçalakiyan kir.

Di vê çarçoveyê de panelek bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê li dar xist.

Endama Kongra Star a navçeyê Zehra Emîn nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên der barê pirsgirêka kurdî û çareseriya neteweya demokratîk de vegot.

Beşdaran jî nêrînên xwe anîn ziman, gotin, beriya avabûna Tevgera Rizgariya Kurdistanê temsîla jin di civakê de kêm bû, lê tevgerê û rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin da jinan.

Beşdarên ji pêkhateya asurî destnîşan kirin ku rêber Ocalan ji bo hemû pêkhateyan wekî bavekî ye û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan banga hevgirtin û xurtkirina çalakiyan kir. Her wiha gotin: "Bi saya felsefeya rêber Ocalan me maf û erkên xwe nas kir, em serbilind in ku em rêberekî me be."

Her wiha, endama Dîwana Dadgeriyê ya navçeyê Neda Ehmed got: “Yek ji fikrên herî bibandor di serdema nû de ku banga azadiya jinan kiriye, fikrê rêber Ocalan e, ji ber ku wî azadiya civakan di azadiya jinan de didît.”

Li bajarê Hesekê jî, Kongra Star panelek bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û meclisên sivîl ên Rêveberiya Xweseriya Dermokratîk a Herêma Cizîrê li dar xist.

Endama Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê ya Kantona Hesekê Elya Îmara destnîşan kir ku fikrê rêber Ocalan ne tenê bal kişand ser azadiya jinan, lê belê her wiha li ser rizgariya zilaman ji hişmendiya baviksalarî ya ji 5 hezar sal de.

(mh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hfh8FpoIhEk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>