​​​​​​​Girîngiya hevgirtina Kurdan a li hemberî êrişan mijara civîna NRLSʹê bû

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) civînek bi mijara girîngiya avakirina yekitiya Kurdan li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê li dar xist.

​​​​​​​Girîngiya hevgirtina Kurdan a li hemberî êrişan mijara civîna NRLSʹê bû
13 kanûn, 2022   18:20
QAMIŞLO

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) civîneke bi sernavê "Girîngiya hevgirtina Kurdan li hemberî êrişên dewlet Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê" li avahiya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)  ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Bi dehan kes beşdarî civînê bûn, her wiha hejmarek lêkolîner û siyasetmedar bi rêya zoomê beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2022/12/13/173417_img_0551.webp

Berdevka PYDʹê Sema Begdaş û serokê Tevgera Xwebûn Ebdulbaqî Yûsif û nivîskar Faris Osman civîn bi rêve bir.

Hevserokê HRRKʹê Kurdyar Dirêî axivî û diyar kir ku armanca vê civînê ew e ku piştrast bikin ku dijminê gel Kurd rêxistineke siyasî yanî  jî leşkerî tenê nakin hedef, lê belê îrade û xeyalê gelê Kurd dike hedef.

Kurdyar Dirêî got: "Ya herî girîng ew e ku vebijêrk û pêşniyarên ku karibin rê li ber yekitiya siyasî û leşkerî ya kurdî veke, werin diyarkirin."

Di rûniştina yekemîn de behsa serhildana Kurdan a  li Rojhilatê Kurdistanê ya bi pêşengiya jinan, her wiha zextên dewleta  Îranê yên li hemberî  xwepêşanderan û êrişên wê yên li ser navendên partiyên Kurdan hatin kirin.

Her wiha îşaret bi operasyonên qirkirinê yên li dijî tevgerên siyasî yên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê hate kirin û heta  gotin ku ev zext hewldaneke da ku destekftiyên ku Kurdan di hilbijartinên berê de bi dest xistine, ji dest wan bibe.

Beşdaran bal kişand ser êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Têkildarî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê jî hate gotin ku planeke qirkirinê li ser Kurdên li Rojava tê kirin û gefên êrişên bejahî an vekişandina QSDʹê ji herêmên sînorî beşek ji vê plane ye.

ʹDIJMINÊN KURDAN HEMÛ HEWLDANAN DIKIN DA KU AJNÎDEYÊN XWE PÊK BÎNINʹ

Di rûniştina duyemîn de jî behsa guhertinên stratejîk ên ku li Rojhilata Navîn çêdibin, girêdayî wê kiryarên dewletên hegemonîk ên li Kurdistanê û zextên li ser tevgerên siyasî yên kurdî hate kirin.

Beşdaran sedema vê yekê spartin parçebûna tevgerên siyasî û leşkerî yên Kurdistanê.

Her wiha hate gotin ku dijminên Kurdan hemû hewldanên xwe dikin da ku ajnîdeyên xwe pêk bînin û heta diyarkirin ku ev yek ewlehiya neteweyî ya kurdî dixe xetereyê.

TECRÛBEYA LI ROJAVA  LI KURDAN FERZ DIKE KU YEKITIYA XWE AVA BIKIN

Mijara sêyemîn a civînê li ser geşedanên leşkerî, siyasî û aborî yên li Kurdistanê bû.

Di vê mijarê de behsa tecrûbeya Rojava û şoreşa wê hate kirin. Heta gotin, divê civaka Kurdistanê Rojava mînak bigirin û li hemberî êrişan yekitiya xwe ava bikin.

ANHA