Çeteyên dagirker li Efrînê darên zeytûnan birîn

Çavkaniyên xwecih ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 200 darên zeytûnan li navçeya Şêrawayê qut kirine û baç li şêniyên navçeya Şiyê ya Cindirêsê birîne.

Çeteyên dagirker li Efrînê darên zeytûnan birîn
13 kanûn, 2022   10:01
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêkanîna sûcan li dijî şêniyên resen ên Efrînê ku ji kantonê derneketine, didomînin.

Li gorî çavkaniyên xwecih ji kantona dagirkirî, çeteyên Feyleq El Şam 200 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Cemo Omer ê ji navçeya Şêrawayê qut kirine.

Li gorî çavkaniyên din ji navçeya Şiyê, çeteyê bi navê Mihemed Casim Ebû Emşe û birayê wî Elemdar 800 dolar baç li şêniyên kurd birîne ku li navçeyê mane û jê derneketine.

(şx)

ANHA