Pompeo: Nêzîkbûna Siûdî-Çînê encama siyaseta şaş a Amerîkayê ye

Wezîrê Berê yê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, nêzîkbûna Erebistana Siûdiyê û Çînê wekî encama yekser a siyaseta şaş a Amerîkayê nirxand. Pompeo nêzîkatiyên rêveberiya Biden li hember hevalbendên DYA`yê rexne kir.

Pompeo: Nêzîkbûna Siûdî-Çînê encama siyaseta şaş a Amerîkayê ye
13 kanûn, 2022   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora CNN a Amerîkayê, Pompeo der bare pirseke têkildarî serdana serokê Çînê Xi Jinping ji Siûdiyê re ev bersiv da: “Dema tu nebî şirîkê dost û hevalbendên xwe, tu wan biçûk bixînî û li hember hevrikên xwe yên mîna Xi Jinping tiştekî nekî, em baldariyek bi vî rengî dibînin.”

Pompeo ji torê re wiha axivî: “Piştî 40 salên siyaseta Amerîkayê li hember Çînê, em têgihîştin ku Partiya Komunîst a Çînê gefa derve ya herî mezin ji bo Amerîkayê bû. Dema me ew fêm kir, dost û şirîkên me yên li seranserî cîhanê li kêlek me sekinîn. Lê dema ku rêveberiya Biden hatiye Koşka Spî li hember Çînê nerm bû."

Pompeo bal kişand ser daxuyaniyên Biden ên der barê Siûdiyê de û diyar kir ku dema tiştên bi vî rengî dikin, ew zirarê didin gelê amerîkayê.

Pompeo tiştê di serdana serokê Çînê bo Siûdiyê de qewimiye, wekî encama yekser a siayseta şaş a Amerîkayê nirxand.

(şx)