QSD: Serçeteyê DAIŞ′ê û du çete hatin girtin

QSD′ê li Hol, Til Hemîs û Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ′ê û 2 çeteyên berpirsên dabînkirina çek û cebilxaneyan ji şaneyên terorîst ên hewl didan êrişî kampa Holê û girtîgehan bikin, girtin.

QSD: Serçeteyê DAIŞ′ê û du çete hatin girtin
13 kanûn, 2022   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, şaneyên DAIŞ′ê ketin tevgerê û hewl da êrişên êrişên terorê dijî deverên cuda wekî Dêrazor, Hol û Til Hemîsê pêk bînin.

Hat ragihandin ku Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî cihên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku şaneyên DAIŞ′ê xwe lê vedişartin, 3 operasyon pêk anîne.

Hat eşkerekirin ku di van operasyonan de serçeteyekî DAIŞ′ê, 2 çeteyên berpirsên peydakirina çek û cebilxaneyan ji şaneyên terorîst yên ku hewl didan êrişî kampa Hol û girtîgehan bikin, hatine girtin, gelek çek û cebilxaneyên bi wan re jî hatine desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya QSD`ê, operasyon ji 7 heta 10′ê Kanûnê li bajarokê Holê, Til Hemîs û Dêrazorê hatine lidarxistin û ev çek hatine desteserkirin;

Kilaşînkov: hejmar (1).

Dabança: hejmar (1).

Bombe; hejmar (2).

Dûrbîn; hejmar (1).

Rext; hejmar (4).

Gelek carcûr û cebilaxane.

Mîqdareke madeyên taqemeniyê.

Hejmareke telefonên destan.

(fr)