Têkiliyên Esed-Erdogan rojeveke rojnameyên erebî bû

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî hewldanên Rûsyayê ji bo başkirina têkiliyan di navbera Şam û Enqereyê de, rewşa Lîbya û Ukraynayê de nivisîn.

Têkiliyên Esed-Erdogan rojeveke rojnameyên erebî bû
13 kanûn, 2022   07:15
 NAVENDA NÛÇEYAN

ENQERE Û ŞAM… HEWLDANÊN RÛSYAYÊ JI BO NORMALÎZEKIRINÊ

Rojnameya El Beyan têkildarî rojeva Sûriyê wiha nivisî: "Tevî ku bi operasyona leşkerî ya li Ukraynayê re mijul e, lê Rûsya ji bo rêgirtina li pêşiya destwerdaneke bejahî ji aliyê Tirkiyê ve li dijî bakur rojavayê Sûriyê, tev digere. Dîplomasiya xwe ji bo normalîzekirina têkiliyan di navbera Enqere û Şamê de xiste tevgerê. Gelo em dê dawiya nakokiya di navbera her du welatan de bibînin ku zêdetirî 10 salan dewam kir?

Nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê Alexander Lavrentiev ji kanala El Erebiye re got; Moskov hewl dide ku hevdîtinekê di navbera serokê Sûriyê Beşar El Esed û hempîşeyê wî yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de li dar bixe û got ew di wê baweriyê de ne ku mîna vê civînê dê erênî û bi sûd be û ragihand ku di vê aliyê de kar dikin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di vê dawiyê de gelek caran behsê kir ku derfeta hevdîtina bi Beşar El Esed re heye.

Hate gotin ku Rûsya di vî alî de navbeynkariyê dike. Wezîrê karên derve yê Sûryê Dr.Feysel Miqdad di vê dawiyê de got; Şam amade ye têkiliyên baş bi aliyê Tirk re ava bike lê divê ne li ser hesabê erdê yan jî xwîna sûrî, birina avê ji ser Sûriyê yan jî kuştin û topbarankirina sûriyan li bakurê Sûriyê be."

HEWLDANÊN TIRKIYÊ Û CEZAÎRÊ JI BO ISTÎQRARÊ YAN JÎ MAYNDEKIRINA EL DEBÎBE NE?

Têkildarî rojeva Lîbyayê rojnameya El Ereb wiha nivisî: "Tirkiye hewl dide ku ji rewşa aloz xilas bibe ku hevalbendê wê yê rojavayê Lîbyayê Ebdulhemîd El Debîbe afirandiye.

Tevî desteka navneteweyî lê El Debîbe nikare tu xebatan bimeşîne û li benda hikumeta nû ye ku li dijî hêviyên wî ye. Ew hewl dide ku armanc û planên demdirêj pêk bîne û pêwîtsiya wî bi istîqrar û finanseya banka navendî heye ku niha tenê bi dayîna fonan û destekdayîna gelek keleûpelan pabend e.

Enqere hewl dide ku bi alîkariya Cezaîrê, hikumeta El Debîbe rewa bike bi rêya lidarxitina hilbijartinan û parlamenotyeke nû ku baweriyê dide hikumeta El Debîbe mîna ku di komxebata diyaloga siyasî de pêk hatiye.

Di vê çarçoveyê de yekşemê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu bi serokê Cezîrê re dosyayên têkildarî sepandina aştî û istîqrarê gotubêj kir.

Nayê zanîn bê ka Cezaîr çi dikare ji Tirkiyê re di vê dosyayê de pêşkêş bike nexasim ku têkiliyên wê bi aliyên rojhilatê welêt ne baş in û bi Misir û Fransayê re jî di vê demê de ne xurt in.

Lê xuyaye ku rewşa herêmî ji berê guncewtir e ku planên Tirkiyê û Cezaîr li Lîbyayê pêk werin. Nexasim ku Misir û Tunis bi aloziyên xwe yên hundirîn re mijul in. Dewletên mîna Îmarat û Erebistana Siûdî ji vê dosyayê dûr ketine. Ev rewş jî hevalbendên li rojhilatê Lîbyayê di rewşeke dijwar de dihêle û wan naçer dike ku her pêşniyarekê qebûl bikin."

ROJAVA PIŞTGIRIYÊ DIDE PARASTINA KÎEVÊ Û CEZAYÊN LI DIJÎ MOSKOV NÎQAŞ DIKE

Der barê rewşa Ukraynayê de rojnameya Şerq El Ewset wiha nivisî: "YE′ê bi biryara xwe ya duh ku 2,1 milyar dolarên din bixe sendoqa biçekkirina Ukraynayê desteka xwe ji Kîev re zêde kir, di heman demê de birîna cezayên tund li dijî Moskovê li ser paşxaneya şerê li dijî Ukraynayê nîqaş kir.

G7 di dawiya lûtkeya xwe de ragihand ku ew ê bi hev re kapasîteyên leşkerî yên Ukraynayê zêde bikin û girîngiya lezgîn bidin pergala parastina asîmanî.

Serokê Amerîka Jeo Bidin ji serokê Ukrayna Volodymyr Zelensky re got Washington dê desteka leşkerî ji Kîev re dewam bike. Ev yek beriya lidarixstina kongreya navneteweyî ya li Parîsê li ser lêkolînkirina destekdayîna Ukrayna pêk hat."

)şx-fr)