Cenazeyê gerîla Tok piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mucahît Tok ku 5 meh beriya niha di şer de şehîd bû, radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê gerîla Tok piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin
12 kanûn, 2022   18:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Mucahît Tok ê ku 4’ê Tîrmehê li herêma Kato Jîrkayê ya navçeya Elkê ya Şirnexê şehîd bû, piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê Tok li "goristana bêkesan" a li Şirnexê hatibû veşartin. Piştî kifşbûna encama testa DNA’yê malbatê cenazeyê Tok ji "goristana bêkesan" wergirt û ew anî li Goristana Başakê ya navçeya Silopiyayê veşart.

Hat ragihandin ku nehatiye hiştin ku mela li ser cenaze nimêjê bike û terqînê bixwîne. Cenaze bê nimêj di bin dorpêça polîsan de hat veşartin.