​​​​​​​Dayikên Aştiyê yên Reqayê li dijî tecrîdê banga serhildanê kir

Dayikên Aştiyê yên Reqayê bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku li hember dewleta Tirk a dagirker serî hildin û soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan da.

​​​​​​​Dayikên Aştiyê yên Reqayê li dijî tecrîdê banga serhildanê kir
12 kanûn, 2022   14:55
REQA

Bi dehan Dayikên Aştiyê li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê kom bûn û ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da.

Dayika şehîd Mehmûd El Xidir, Necah Mihemed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de tecrîda li ser rêber Ocalan û komploya navneteweyî ya li dijî wî hatin şermezarkirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi hevgirtina gelan a li gor projeya demokratîk pêkan e.

Dayikên Aştiyê gotin: "Azadiya gelên bindest girêdayî azadiya Rêbertî, ji ber ku rêber Ocalan rêberekî neteweyî ye, banga aştî, azadî û jiyaneke hevbeş ji bo tevahî gelan dike. Fikr û felsefeya wî sînorê Kurdistanê derbas kirin û ji hemû pirsgirêkên li herêmê û Rojhilata Navîn re çareserî ne."

Dayikên Aştiyê her wiha got "Ji têkbirina faşîzma AKPʹê divê em Ereb, Kurd, Asur û Suryan serî hildin."

Di daxuyaniyê de, bang li jinên azad û ciwanên şoreşger û welatparêzên cîhanê hat kirin ku ji bo azadiya rêber Ocalan dakevin qadan. Her wiha berxwedana li Îmraliyê hat silavkirin,

Dayikên Aştiyê bêdengiya rêxistinên mirovî û hiqûqî şermezar kir û diyar kir ku bêdengî dihêle ku dewleta Tirk tecrîdê bidomîne.

 (mh)

ANHA