​​​​​​​‘Têkoşîna me heta rêber Ocalan azad bibe dê bidome’

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, çalakiya konvedanê li dar xist.

​​​​​​​‘Têkoşîna me heta rêber Ocalan azad bibe dê bidome’
​​​​​​​‘Têkoşîna me heta rêber Ocalan azad bibe dê bidome’
​​​​​​​‘Têkoşîna me heta rêber Ocalan azad bibe dê bidome’
​​​​​​​‘Têkoşîna me heta rêber Ocalan azad bibe dê bidome’
​​​​​​​‘Têkoşîna me heta rêber Ocalan azad bibe dê bidome’
​​​​​​​‘Têkoşîna me heta rêber Ocalan azad bibe dê bidome’
​​​​​​​‘Têkoşîna me heta rêber Ocalan azad bibe dê bidome’
​​​​​​​‘Têkoşîna me heta rêber Ocalan azad bibe dê bidome’
​​​​​​​‘Têkoşîna me heta rêber Ocalan azad bibe dê bidome’
12 kanûn, 2022   11:35
KOBANÊ

Çalakiya konvedanê li Qada Şehîd Egîd a Kobanê li dar ket. Bi sedan şêniyên kantonê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreger a Sûriyê ya herêma Firatê Hebûn Mihemed axivî û destnîşan kir ku komployeke mezin li dijî Kurdan heye. Hebûn got heta rêber Abdullah Ocalan azad bibe ciwan bê deng namînin.

Hebûn wiha domand: "Em ciwan amade ne ji bo serok Ocalan her tiştî bikin. Em dê ji bo wî canê xwe feda bikin û têkoşînê mezin bikin heta ku azad bibe. Em di wê baweriyê de ne ku em dê bigihêjin armanca xwe û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bînin."

Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce jî got: "Fikrê me ji rêber Ocalan biriye, fikrekî bêhempa ye. Em ê çawa yê ji bo azadiya me xwe feda kiriye, ji bîr bikin."

Xoce wiha dewam kir: "Rêber Ocalan tevî şert û mercên dijwarû tecrîdê li ber xwe dide. Divê hemû bizanin ku azadiya me bi azadiya rêber Ocalan ve girêdayî ye. Em dê tecrîda li ser bi dawî bikin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

Tê payîn ku çalakiya konvedanê heta sibê dewam bike û gelek saziyên herêma Firatê tev lê bibin.

(şx)

ANHA