ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-12-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-12-2022`YAN
11 kanûn, 2022   23:00

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, Kongra Star li navçeya Şedadê panelekê li dar dixe saet di 10:00`an de. di heman çarçoveyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê çalakiya konvedanê li qada şehîd Egîd li Kobanê li dar dixe. Her wiha çalakiyeke din li Minbicê li akademiya şehîd Îsmaîl li dar dikeve saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

PYD`ê ji bo şîrovekirina geşedanên dawîn ên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînekê ji şêniyên navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo re li hola navenda çandî ya Qamişlo li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hemwextî ku propagandaya Tirkiyê gur bûye ku yek ji rêbazên şerê taybet li dijî herêmê ye, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, rageşiyên siyasî û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriye bi rêya civînan ji şêniyan re şîrove dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Temirê da zanîn ku ew di parastina herêmê de xwe dispêrên hêzên xwe û got: "Em ê li kêlek hêzên xwe QSD′ê bin û pişta xwe nadin hêzên navneteweyî." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dayikên Aştiyê yên li Qamişloyê û jinên li Reqayê bêdengiya hêzên navneteweyî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên Efrînê û şêniyên resen ên Şehbayê ji dema girankirina ambargoyê de bi nexweşiyên cuda re rû bi rû mane. Heftane nêzî 2 hezar nexweş berê xwe didin navendên Heyva Sor a Kurd, lê êdî dermanên gelek nexweşiyan nemane û derfetên alîkarîdayîna xelkê kêm bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Hunermendan hunera xwe wek amûreke têkoşîn û berxwedanê li dijî dagirkeriya Tirk bi kar anî, Çawa ku pêwîstiya şervanan bi çek heye da ku li ber xwe bidin, her wiha hunermend bi hunera xwe tê dikoşin û xwedî hêz in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA