Şêniyên Kobanê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir

Bi sedan şêniyên Kobanê bi meşekê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li tevahî gelan kir ku têkoşînê bilind bikin û dakevin qadan da ku tecrîdê bişikînin û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Şêniyên Kobanê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
11 kanûn, 2022   13:37
KOBANÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana gel ê şoreşgerî em dê bi ser bikevin û rêber Apo azad bikin" meşek li dar xist. Di meşê de bi sedan şênî û endamên yekitiyê amade bûn. Meş ji pêşiya navenda Meclisa Navçeya Şêran a rojhilatê Kobanê dest pê kir.

Şêniyan wêneyên rêber Ocalan hildan û diruşmên "Bê serokê jiyan nabe" berz kirin.

Li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li navçeya Şêran meş vegerî mitingê. Li wir hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê Fatme Osman axivî û tecrîda li dijî rêber Ocalan û paşguhkirina rêxistinên hiqûqî û mirovî ya bidawîkirina tecrîdê şermezar kir û got: "Em paşguhkirina bangewaziya gel ji aliyê rêxistinên hiqûqî û mirovî ve şermezar dikin."

 

Fatme wiha domand: "Gelê Kurd îro îsbat kir ku ew xwedî li baweriya rêber Ocalan a ku daye wan derdikeve. Em hemû dizanin ku dijminê me ji hemû aliyan de me dorpêç dike, tecrîdê Ii dijî rêberê me ferz dikin, da ku vîn û moralên me bişikîne."

Fatme diyar kir ku ew her tim dibêjin dê gelê Kurd tune bikin, lê ev yek ne pêkan e û ev tişt anî ziman: "Em ne mîna berê ne, em xwedî projeyeke demokratîk in ku me ji fikr û felsefeya rêber Ocalan wergirtiye û me soz daye ku li ser şopa wî bimeşin."

Fatme bal kişand ser qirkirina siyasî ku dewleta Tirk a faşîst li Bakurê Kurdistanê pêk tîne û ev tişt anî ziman: "Li Bakurê Kurdistanê siyasetmedarên Kurd tên girtin û rêxistinên hiqûqî û mirovî jî li hember wê yekê bê deng in. Li çiyayên Kurdistanê li gel bêdengiya hêzên navneteweyî çekên kîmyewî li dijî gerîlayan tên bikaranîn."

Fatme di dawiyê de bang li gelê herêmê kir li hember vê rejîma faşîst têkoşînê bilind bikin, dakevin qadan û zextê li ser bikin, da ku tecrîda li dijî rêber Ocalan bişikin û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Meş bi diruşmên "Berxwedan jiyan e" û "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(fr)

ANHA