​​​​​​​Li Dirbêsiyê merasîma xiyabî ji bo şehîd Berfîn Botan

Bi dehan şêniyên navçeyên Til Temirê û Dirbêsiyê tev li merasîma xiyabî ya şehîd Reyhan Mahsûm Xelef bûn û soza şopandina rêya wê heta pêkanîna serkeftinê dan.

11 kanûn, 2022   13:41
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê merasîma xiyabî ya gerîlaya Hêzên Parastina Hel (HPG) Reyhan Mahsûm Xelef (Berfîn Botan) li dar xist ku di 11’ê Hezîrana 2022’yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala malbata şehîd li gundê Heznî yê navçeya Til Temirê hat vegirtin.

Di merasîmê de bi dehan şêniyên navçeyên Til Temir û Dirbêsiyê yên Kantona Hesekê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Çinar Salih sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Çinar wiha axivî: “Armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê herêmê ye, her wiha li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî şerekî parastina destkeftiyên gelan tê meşandin.”

Her wiha, apê şehîd, Xalid Yûsif bi navê malbata şehîd axivî û got: “Dagirkeriya Tirk destkeftiyên gelê me binpê dike, parastina van destkeftiyan jî erka hemiyan e, ji ber wê divê em berdêlên herî biha ji bo parastina van destkeftiyên pîroz bidin.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd ji aliyê mamoste Lorîn Yûsif ve hat xwendin û ji bo malbata şehîd hat radestkirin.

(mh)

ANHA