Li Qamişloyê pêngava çandina daran

Komîteya Şaredariyan a kantona Qamişlo bi hevkariya şêniyan  pêngaveke çandina daran organize kir.

Li Qamişloyê pêngava çandina daran
11 kanûn, 2022   10:01
QAMIŞLO

Komîteya Şaredariyan û Jîngehan a Kantona Qamişloyê bi hevkariya Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Herêma Cizîrê pêngava çandina daran li ketina rojava ya bajarê Qamişlo organize kir.

Pêngava ku şêniyên bajarê Qamişlo û malbatên şehîdan tev lê bûn, rojekê dewam kir.

Di çarçoveya pêngavê de zêdetirî 2 hezar 600 şitlên darên sîwanî, xemilandê û yên gulan li peyara rojavayê bajar ya ji çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo heta çexerêya Osman Sebrî hatin danîn.

Beriya ku pêngav dest pê bike, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo pêngava çandina daran silav kir û got: "Em malbatên şehîdan piştgiriyê didin mîna van pêngavan û xebatên saziyên xwe silav dikin. Her wiha em diyar kir ku em piştgiriyê didin saziyên xwe da ku civakeke azad, demokratîk û ekolojîk ava bikin."

Di meha Adarê de jî Komîteya Şaredariyan a Meclisa Kantona Qamişloyê pêngaveke çandina daran ji peyarê Hîzam a bakurê bajar heta çerxerêya Osman Sebrî li dar xistibû.

(bb)

ANHA