Malbatên şehîdan: Girankirina tecrîdê li ser Rêber Ocalan ne qanûnî ye

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ne qanûnî ye û bang li saziyên navneteweyî kir ku li hember vê rewşê bi rola xwe ya exlaqî û qanûnî rabin.

Malbatên şehîdan: Girankirina tecrîdê li ser Rêber Ocalan ne qanûnî ye
11 kanûn, 2022   10:47
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê têkildarî mijarê li pêşiya navenda xwe ya li bajarê Kobanê daxuaniyek da. Endama meclisê Ronahî Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tecrîda li ser Rêberê Abdullah Ocalan, qedexekirina hevdîtina bi malbatê û parêzeran re ne qanûnî ye.

Hat destnîşankirin ku Rêber Ocalan îradeya gelê Kurd û gelên azadîxwaz temsîl dike û pêwîst e gelên azad ên cîhanê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêbertî bikevin tevgerê.

Bal li ser hewldanên Rêber Ocalan ên ji bo çareserkirina doza kurdî hat kişandin û hat gotin ku dewleta Tirk pêvajoyê aştiyê bi dawî kir, rê li ber hiqûq û edaletê girtin, tecrîda li ser Rêber Ocalan giran kir û gelek êriş bi ser Kurdan de anîn.

Bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî hat kirin ku bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnî rabin û dawî li tecrîdê bînin.

ANHA