​​​​​​​Serhildana li Rojhilat û Îranê 83 roj li pey xwe hişt

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja xwe ya 83’emîn de berewam dike.

​​​​​​​Serhildana li Rojhilat û Îranê 83 roj li pey xwe hişt
11 kanûn, 2022   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di 83’emîn roja xwe de berewam dike. Duh li bajarê Sine bi dehan xwendevanên jin yên Peymangeha Teknîkî daketin kolanan û meşiyan. Xwendevanan bê navber dirûşmên li dijî desthilatê û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan. Li gorî agahiyan hêzên Îranê êrişî xwendevanan kir û di encamê gelek kes birîndar bûn.

Li heman bajarê Sineyê komek çalakvan ji bo xwepêşanderê bi navê Humen Ebdullahî li ber derê mala wî kombûn û merasîmek bîranînê li dar xistin. Li bajarê Şino duh hate gotin ku du birayên bi navê Ferhad û Ferzad Teha Zade ku di xwepêşandanan de hatibûn binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.

Li Tahran, Esfehan û gelek bajarên din yên Îranê jî welatî daketin kolanan bi bêdengî meşiyan. Lê hêzên dewletê carek din êrişî wan kirin. Li gelek zanîngehan jî boykota xwendevanan dewam dike, xwendevan duh jî çalakî li dar xistin.

Li seranserê welatên Ewropayê jî nerazîbûna dijî darvekirina xwepêşanderan ya ji aliyê Îranê ve dewam dike.