Dewleta Tirk kalemêrek qetil kir

Li gundewarê rojhilatê Eyn Îsa welatiyekî temenmezin ku li erdê xwe kar dikir, bû hedefa topbarana dewleta Tirk a dagirker û şehîd bû.

Dewleta Tirk kalemêrek qetil kir
11 kanûn, 2022   08:36
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh gundên Girê Spî û Eyn Îsa yên nêzî eniyên şer bi çekên sivik û giran topbaran kiribûn. Welatiyê bi navê Salih Elî Selame (61) ê ji eşîra Ebo Esaf ku di dema topbaranê de li nav erdê xwe bû, bi topeke dagirkeriya Tirk a ji baregeha li gundê Bîr Îsa avêtiye şehîd bû.

Salih Selame ji şêniyên gundê El Hiwêce ye ku 7 kîlometreyan li rojhilatê bajarokê El Hîşe (15 km li rojhilatê Eyn Îsa) ye û li goristana Bîr Seran hat veşartin.

Bi vê yekêre, ji dema dagirkirina kantona Girê Spî di 9`ê Cotmeha 2019`an de, di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî gundewarên Girê Spî û Eyn Îsa de 28 welatî şehîd bûne, 77 jî birîndar bûne.

(cx)

ANHA