YRKʹê têkildarî êrişên dijî herêmên Asos û Pêncewîn daxuyanî da

Fermandariya YRKʹê li ser êrişên Tirkiye û Îranê yên li herêmên Asos û Pêncewîn daxuyaniyek da û diyar kir ku ziyan li mal û milkên şêniyên herêmê bûye.

YRKʹê têkildarî êrişên dijî herêmên Asos û Pêncewîn daxuyanî da
11 kanûn, 2022   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN 

Fermandarıya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrişa balafirên keşfê û şer ên Tirkiye û Îranê yên li ser herêmên Asos û Pêncewîn daxuyaniyek da.

YRK’ê diyar kir ku di êrişan de ziyan li malên şêniyan bûye û got: "Ev cûre êrişên bê serûber ên hov ên rejîma Îranê li ber berxwedan ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û dîsa dewleta Tirk a dagirker li ber berxwedana gelê me û gerîla bêçaretiya wan e. "

YRK’ê anî ziman ew ê heta jiyaneke azad û demokratîk xebat û têkoşînê bidomînin.

Daxuyaniya YRK’ê wiha ye:

“Di encama lihevkirinên demeke dirêj ên dewleta Tirk a Îranê ya li ser gelê Kurd de, balafirên keşfê li ser herêmên Asos û Pêncewîn digerin. Kengê derfet dibînin êriş dikin ser gelê me û gerîlayên azadiyê. Di van êrişan de ziyanê mezin li mal û milkên şêniyan dibe.

Di vê çarçoveyê de êvara roja 9’ê Kanûnê balafirên keşfê yên piştî çend rojan li ser herêmê digeriyan, ji ber nixûmandina binketina xwe ya li beramber gelê me, êriş bire ser mal û milkên gundiyan û di encamê de 2 car êriş bire ser malên sivîlan ên li gundê Sipiyar. Di êrişê de ziyan li mal û milkên gundiyên Sipiyar bû. Ev cûre êrişên bê serûber ên hov ên rejîma Îranê li ber berxwedan ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û dîsa dewleta Tirk a dagirker li ber berxwedana gelê me û gerîla bêçaretiya wan e. Ev cûre êriş wê qet me ji têkoşînê neke, heta jiyaneke azad û demokratîk xebat û têkoşînê wê bidome."