​​​​​​​ Di topbarana dewleta Tirk de leşkerekî hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da

Di topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî gundê Semoqa yê kantona Şehbayê de leşkerekî hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​ Di topbarana dewleta Tirk de leşkerekî hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da
10 kanûn, 2022   15:18
NAVENDA NUÇEYAN

Saet di 12 :00`an de dewleta Tirk a dagirker êriş gundê Semoqa yê kantona Şehbayê kir. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di topbaranê de endamekî hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest daye.

Erişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê berdewam in û di encamê de ji destpêka 2022`yan ve, zêdetirî 52 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dane.

ANHA