Ji ber ambargoyê dibistan û xizmetguzarî heta hefteyeke din hatin rawestandin

Ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye dewama dibistanê û karên xizmetguzarî hefteyeke din hat rawestandin.

Ji ber ambargoyê dibistan û xizmetguzarî heta hefteyeke din hatin rawestandin
10 kanûn, 2022   13:08
ŞEHBA

Ambargoya giran a ku hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye dewam dike.

Ji du meh û nîvan ve, hêzên hikumeta Şamê yên li ser Heleb-Şehba û Şehba – Minbic nahêlin madeyên sereke derbasî kantonê bibin.

Ji ber tunebûna mazotê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê dewama li dibistanê hefteyekê rawestandin.

Desteyê ragihand ku ji ber heman sedemê dewama dibistanê hefteyek din hate rawestandin.

Têkildarî xebatên şaredariyên gel ên Şehbayê, endam rêveber ê Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêma Efrînê Mihemed Elo ji ANHAʹyê re axivî û diyar kir ku li kantona Şehbayê xebatên şaredariyan hîna ji ber ambargoyê û tunebûna mazotê sekinîne.

Elo diyar kir ku mazota ji bo xebitandina jenartoran li gund û bajarokên katonê têra 15 rojan tenê dike ku rojane du saet û nîv tenê werin pêxistin.

Her wiha Elo anî ziman ku xebatên şaredariyê di çarçoeya dabînkirina ava vexwarinê ji şêniyan re û xebatên paqijkirinê di hefteyekê carekê de sînordar maye. Elo bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqû kir ku zextê li hikumeta Şamê bikin bila ambargoya li ser kantonê bi dawî bike.

ANHA