Hiqûqnas û saziyên sivîl banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir

Hiqûqnas û endamên saziyên sivîl bêdengiya CPTʹyê şermezar kir û banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Hiqûqnas û saziyên sivîl banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir
10 kanûn, 2022   13:27
REQA

Bi dehan endamên Yekitiya Parêzeran a Reqayê, Komîteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Akademiyên Civaka Demokratîk û komîteyên tenduristiyên yên Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê li çerxerêya Panorama ya başûrê rojavayê bajarê Reqayê kom bûn û daxuyaniyek hevbeş da.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xalid El Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rêber Abdullah Ocalan di 3 serdemên dawîn de ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê gelek çareserî pêşkêş kirin, banga agirbestê, bidawîkirina tundiyê kir lê dewleta Tirk a dagirker bi awayekî neyînî bersiv da van însiyatîfan û tecrîdeke giran lê ferz kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro ji her demê bêtir, êdî diyar bûye ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, çareserkirina Kurd, pêkanîna ewlehî û aştî li Tirkiyê û herêmê bi hev ve girêdayî, cewherî ne û ji şertên bingehîn ên jiyana aştiyane ya gelan e.

Di daxuyaniyê de îşart bi helwesta CPT`yê hat kirin û hat got : "Ruxmî ku CPT`yê belge kir ku gelek sûc li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk tên, lê erkên xwe neanîn cih berovajî wê, di girankirina tecrîdê de bûye şîrikeke rastîn a dewleta Tirk. Nexasim ku navaroka hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re û şert û mercên girtîgehê bi bîr nexistin. Ji ber wê ev bêdengî, derfetê dide Tirkiyê ku tecrîdê girantir bike. Lê rastiya ku xwe dide pêş ew e ku tecrîd ne ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye ferzkirin ji ber ku nexwedî mîna vê biryarê ye, di cenga parastina hebûna xwe ya niha de nefesên xwe yên dawîn dikişîne bi taybet ku di nava gelek pirsgirêkan û aloziyan de ye."

Di daxuyaniyê de bang li CPT`yê hat kirin ku navaroka hevdîtina bi rêber Ocalan re eşkere bike û her wiha bang li saziyên hiqûqî yên navneteweyî hat kirin ku erkên xwe bînin cih, fişarê li dewleta Tirk bikin ku destûrê bidin parêzeran bi miwekîlê re xwe re hevdîtinê çêkin û tendurisiya wî nas bikin, her wiha tecrîdê bi dawî bikin, di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan gavên pêwîst bavêjin û ji bo razîkirina Tirkiyê û siyasetên wê yên înkarkirinê, ji vê bêtir dosyaya rêber Ocalan di aliyê siyasî de bi kar neynin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li hember berxwedana li Îmraliyê dê di hemû qadên hiqûqî û qanûnî de têkoşînê mezin bikin, çalakiyan li dar bixin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Di dawiya daxuyaniyê de çalakiyên ku dê li Reqa, Minbic û Tebqayê werin lidarxistin, hatin eşkerekirin ku wiha ne;

12`ê Kanûnê ji bo şermezarkirina tecrîdê dê çalakiya konvedanê li Minbicê li dar keve.

14`ê Kanûnê ji bo heman armancê dê li Reqayê çalakiya konvedanê li dar keve.

16`ê Kanûnê di hema çarçoveyê de dê li Tebqayê çalakiya konvedanê li dar keve.

ANHA