Hevserokê Meclisa Zirganê: Sêyeka navçeyê wêran bûye

Hevserokê Meclisa Navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê destnîşan kir ku ji ber êrişên rasterast ên dewleta Tirk a dagirker sêyeka navçeyê bi temamî wêran bûye û ji bilî navendên xizmetguzariyê bêhtirî 400 mal hatine rûxandin.

Hevserokê Meclisa Zirganê: Sêyeka navçeyê wêran bûye
9 kanûn, 2022   06:11
HESEKÊ – HINAR ÎBRAHÎM

Ji dema dagirkirina Serêkaniyê di 2019’an de navçeya Zirganê bênavber tê topbarankirin. Lê ji şeva 19`ê Mijdarê de êriş dijwartir bûne û di encamê de Şaredariya Gel a navçeyê, firina gundê Rebîat ku nan dida bêhtirî 20 gundan, dibistan, navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nexweşxaneyek, navendeke tenduristiyê û tora şebekeya telefonê hatin hedefgirtin.

Di vê çarçoveyê de, hevserokê Meclisa Navçeya Zirganê Salih Simo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di rojên dawîn de êrişên dijî navçeyê giran dijwartir kirin û bi vî yekê hewl dide binesaziyê û navendên xizmetguzariyê yên mîna dibistan, şaredarî, avahiya meclisa navçeyê û navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn wêran bike.”

Simo destnîşan kir ku dewleta Tirk bi armanca valakirina herêmê van êrişan pêk tîne.

Simo bal kişand ku firina nan dida 20 gundên navçeyê di encama topbaranê de ji xizmetê derketiye, her wiha dewleta Tirk Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin hedef ku ewlehiya navçeyê diparêzin.

Simo da zanîn ku ji ber topbaranê sêyeka navçeyê û zêdetirî 400 xaniyên ku piraniya wan li taxa rojava ne wêran bûne.

Hevserokê Meclisa Zirganê anî ziman ku hemû saziyên navçeyê li gor rewşa awarte tevdigerin da ku bi hatina zivistanê re xizmetan ji şêniyan re pêşkêş bikin, şêniyên navçeyê jî bi israreke mezin li ber xwe didin, di dema topbaranê de hinek ji malên xwe derdikevin lê dema topbaran radiweste dîsa vedigerin.

(mh)

ANHA