​​​​​​​Jinên Zirganê: Em dev ji axa xwe bernadin

Jinên Zirganê bertekên xwe der barê êrişên dewleta Tirk ên li dijî navçeyê de anîn ziman û piştrast kir ku ew dev ji axa xwe bernadin.

​​​​​​​Jinên Zirganê: Em dev ji axa xwe bernadin
9 kanûn, 2022   09:21
HESEKÊ

Di 2 hefteyên dawîn de dewleta Tirk navendên xizmetguzariyê û mizgeftên li Zirganê kirin hedef. Her wiha dibistan, mizgeft û şaredariya gel bi dijwarî topbaran kirin.

Şêniyên Hesekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin. Her wiha anîn ziman ku ew dê herêmên xwe ji hemû êrişan biparêzin.

Welatiya bi navê Sûriya Mihemed a ji navçeya Zirganê, êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û got: "Em bi tundî êrişên dagirkeriya Tirk şermezar dikin ku navçe û navendên xizmetguzariyê, dibistan, şaredarî, firne û navendên tenduristiyê dike hedef."

Sûriya Mihemed bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî deverên tijî şênî û got: “Çima Erdogan navçeya me topbaran dike, cihên tijî sivîl dike hedef? Ew çi ji me dixwaze? Êdî bes e ji êrişên wan ên hovane re.”

Sûriya Mihemed wiha domand: “Erdogan û çeteyên wê xeyal dikin ku em ji axên xwe derkevin. Dagirkeriya Tirk çiqas êrişan li dijî wan zêde bike, ew dev ji axên xwe bernadin.”

Sûriya Mihemed teqez kir ku ew dê di bajarê xwe de bimînin û got: "Em dê heta dawiyê li ber xwe bidin da ku dagirkeriyê têk bibin.”

Meryam El Ebdullah ji navçeya Zirganê ye têkildarî mijarê got dagirkeriya Tirk malên wan dike hedef û dirûxîne.

Meryam El Ebdullah got tevî êriş û topbaranên domdar ên li dijî navçeyê jî ew ji malên xwe dernakevin.

(dm)

ANHA