ROJEVA AJANSA NÛÇEYAN A HAWAR 9-12-2022`yan

ROJEVA AJANSA NÛÇEYAN A HAWAR 9-12-2022`yan
8 kanûn, 2022   23:00

Jinên Zirganê nerazîbûna xwe der barê êrişên dewleta Tirk li dijî navçeya xwe anîn ziman û piştrast kirin ku ew dev ji axa xwe bernadin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Pêşxistinê ya Sûriyê Mistefa Qelacî destnîşan kir ku diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de destpêka çareserkirina kirîza Sûriyê û bidawîkirina dagirkeriya Tirk e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji ber dorpêçkirina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê Firqeya 4`an a girêdayî hêzên hikumeta Şamê, kehrebe li her du taxan qut bû. Her wiha mazota germkirinê ji ser piraniya malan jî qut bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Meclisa Navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê destnîşan kir ku sêyeka navçeyê ji ber hedefgirtinên rasterast ên dewleta Tirk a dagirker bi temamî wlran bûye, ku bêhtirî 400 mal ji bilî navendên xizmetguzariyê rûxayane. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd diyar kir ku şidandina dorpêça li ser Şehba û Şêxmqsûd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Çiya Kurd got ku hişmendiya hikumeta Şamê pirsgirêkan kûrtir dike û gelê Sûriyê êdî tehamûlî vê rewşê nake. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyasetmedarên Tebqa û Dêrazorê helwesta Yekitiya Ereban a li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û destnîşan kirin ku gel dê xwe bispêre xwe û li ber xwe bide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnamevanê ermenî Hamo Moskoviyan anî ziman ku divê zext li Kongreya DYA û Yekitiya Ewropayê were kirin da ku ʹSûcdarê şer Erdoganʹ di dadgehên navneteweyî de were darizandin.

Bavê zarok Reşmar Reşo (5) ku ji ber nexweşiya xwe pêwîstiya wî rojane bi oksejîne heye, lê ji ber tunebûna mazotê û kehrebeyê li kantona Şehbayê, malbata wî neçar man ku cîhazên oksejînê li ser jeneratoran bixebitîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA