'Dorpêç bandorê li jiyana Reşmar û bi hezaran şêniyên Şehbayê dike'

Bavê zarok Reşmar Reşo (5) ku ji ber nexweşiya xwe pêwîstiya wî rojane bi oksejîne heye, lê ji ber tunebûna mazotê û kehrebeyê li kantona Şehbayê, malbata wî neçar man ku cîhazên oksejînê li ser jeneratoran bixebitîne.

'Dorpêç bandorê li jiyana Reşmar û bi hezaran şêniyên Şehbayê dike'
9 kanûn, 2022   04:30
ŞEHBA

Koçberên Efrînê yên ku berê xwe dan kantona Şehbayê û şêniyên kantonê ji bêhtirî 4 salan ve di bin dorpêça hikumeta Şamê de ne ku kehrebeyê ji ser wan qut dike, derbaskirina sotemeniyê qedexe dike û rê li ber derbaskirina gaz, derman û xwarinê digire, ku di encamê de karesetên mirovî di kantonê de çêdibin.

Pêwîstiya gelek nexweşan bi cîhazên oksejîne heye lê ji ber tunebûna mazotê kehrebe jî qut bû û ew cîhaz jî rawestiyan.

/kr/uploads/files/2022/12/08/183754_-.webp

Der barê vê yekê de, Ezdiyar Reşo bavê zarok Reşmar Reşo wiha axivî: “Di serê kurê min de kehrebe heye û nefesa wî teng dibe, ji ber wê jî pêwîstiya wî rojane bi oksejîna heye. Ji ber ku nefesa wî teng dibe û dikuxe. Ji ber nexweşiya di serî de, dem demê ji ser hişê xwe diçe. Em neçar dibin ku oksîjenê bidinê lê ji ber nebûna mazotê li herêmê, em cîhazê oksîjenê li ser batariyê pêdixin.”

Reşo destnîşan kir ku siyasetên hikumeta Şamê û dorpêçkirina Şehbayê dibin sedema pêkhatina karesetên mirovî li dijî şêniyên herêmê û yek ji wan Reşmar e.

Ezdiyar bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku zextê li hikumeta Şamê bikin da ku dawî li dorpêçê bîne û rê bide ku sotemenî, derman û xwarin derbasî herêmê bibin.

 (mh)

ANHA