​​​​​​​Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 12 roj bê kehrebe derbas kirin

Ji ber dorpêçkirina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê Firqeya 4`an a girêdayî hêzên hikumeta Şamê, kehrebe li her du taxan qut bû. Her wiha mazota germkirinê ji ser piraniya malan jî qut bû.

​​​​​​​Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 12 roj bê kehrebe derbas kirin
8 kanûn, 2022   23:31
HELEB – MIHEMED EBDO

Piştî qutbûna kehrebeyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di 12 rojan de, azarên welatiyên li her du taxan zêde bûn nexasim li gel tunebûna mazota germkirinê.

Bi şevê, herdu tax di tariyê de dimînin û tevgera kolanan bi carekê radiweste. Xwediyên dikanan jî li şûna kehrebeyê mûm pê dixin.

Komîteya Jeneratoran a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê da zanîn ku di ji bo pêşxistina 80 jeneratoran pêwîstî bi 400 bermîlên mazotê di her hefteyekê de heye. Di êvarê de jenerator kehrebe didin malan û bi sibê didin projeyên pîşeyî û bazirganî.

/kr/uploads/files/2022/12/08/184014_-_1.webp

Hevserokê Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Selah Sîno ji ajansa me re destnîşan kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya wan derdikeve, dorpêçkirina taxan ji aliyê Firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê ye, her wiha diyar kir ku divê sivîl û saziyên xizmetguzariyê ji nakokiyên di navbera aliyan de dûr bimînin.

Sîno wiha domand: “Firqeya 4`an ji xwe re dewletek di hundirê dewletekê de ava kiriye ji ber ku ti qanûn, destûr û pîvanên mirovî nas nake. Helwesta wê wiha nîşan dide ku ew li dijî gel û domandina jiyanê ye.”

Di dawiya axaftina xwe de Sîno destnîşan kir ku aliyê herî zêde ku di encama van kiryaran de zirar dîtiye gel e û yên herî zêde fêde dibîne jî dizên pereyên gel û bazirganên kirîzê ne.

EM SÛRÎ NE

/kr/uploads/files/2022/12/08/183910_-.webp

Welatiyê bi navê Ehmed Bîlal ê ji şêniyên taxa Şêxmeqsûdê destnîşan kir ku kehrebe ji bêhtirî 10 rojan qut bûye û di encamê de hemû aliyên jiyanê hatine rawestandin û got: “Em sûrî ne, ne xerîb in, ev dorpêça li ser me jî mafên me binpê dike.”

Elî teqezî bi girîngiya peydakirina mazotê di demsala zivistanê de kir ku bi taybetî serma jiyana zarokan û kesên temenmezin dixe xetereyê.

Tê zanîn ku nirxê lîtreya mazotê li herdu taxan bûye 9 hezar lîre, lîtreya benzînê bûye 20 hezar lîre û her wiha tûpê gazê 100 hezar lîre derbas kiriye.

DIVÊ YÊN KU LI SER GEL BAZIRGANIYÊ DIKIN HESAB JÊ WERIN PIRSÎN

/kr/uploads/files/2022/12/08/183949_-_2.webp

Welatiyê bi navê Rifet Xelîl diyar kir ku ji ber qutbûna sotemeniyê ew di gelek aliyên jiyanê de nexasim nebûna çavkaniyên germkirinê di zivistanê de, zehmetiyan dikişînin.

/kr/uploads/files/2022/12/08/183927_-.webp

Her wiha welatiya bi navê Aytan Reşo wiha axivî: “Em ditirsin ji ber dorpêçê nan jî qut bibe, ku ew hêmana sereke ya jiyanê ye.”

Aytan kiryarên Firqeya 4`an şermezar kirin û bang li aliyên berpirs kir ku yên ku li ser gel bazirganiyê dikin hesab jê werin pirsîn.

(mh)

ANHA