Siyasetmedarên Dêrazor û Tebqayê helwesta Yekitiya Ereban şermezar kir

Siyasetmedarên Tebqa û Dêrazorê helwesta Yekitiya Ereban a li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û destnîşan kirin ku gel dê xwe bispêre xwe û li ber xwe bide.

Siyasetmedarên Dêrazor û Tebqayê helwesta Yekitiya Ereban şermezar kir
9 kanûn, 2022   03:36
NAVENDA NÛÇEYAN – EBDUREHMAN SALIH – ELÎ EREB

Siyasetmedarên Dêrazor û Tebqayê helwesta Yekitiya Ereban a li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Sûriyê û Iraqê şermezar kirin.

Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Îbrahîm El Mihemed helwesta Yekitiya Ereban a li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kir û “bi şermok” wesifan.

/kr/uploads/files/2022/12/08/184140_-.webp

Îbrahîm got: “Tevî van binpêkirinên ku li dijî Sûriyê û Iraqê tên kirin, dîsa jî Yekitiya Ereban tu helwestên cidî û bertekên hişk li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker nîşan nade.”

Îbrahîm wiha domand: “Tevî ku cihên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine hedefgirtin girêdayî du dewletan in; Iraq ku endama Yekitiya Ereban e û Sûriyê ku endameke rawestiyayî ya yekitiyê ye lê yekitiyê tu civînên awarte jî li dar nexist.”

Her wiha Îbrahîm bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember hedefgirtina binesazî, embarên genim û navendên xizmetguzariyê yên herêmê şermezar kir.

ROLA AMERÎKA Û RÛSYA DI ÊRIŞAN DE

Îbrahîm destnîşan kir ku helwestên sexte yên van dewletan nezelal in, ku armanc dikin fişarê li Rêveberiya Xweser dikin da ku hin deveran radestî hikumeta Şamê bike.

Îbrahîm wiha domand: “Berteka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hember planên li dijî herêmê dê her wek xwe bimîne, ku dê li ser asta gel û di aliyê leşkerî de berxwedanê bidomîne û tu herêman radestî hikumeta Samê nake.”

/kr/uploads/files/2022/12/08/184158_-.webp

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojavayê Dêrazorê Tamir El Şumerî got: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser bi erêkirineke amerîkî ne.”

El Şumerî wiha domand: “Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên şer pêk anîn, navendên xizmetguzarî, kargehên pîşesazî û nexweşxane hedef girtin û li dijî sivîlan komkujî pêk anîn, hîn jî bêdengiya dewletên Ereban û hêzên navneteweyî didome.”

(mh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/d7OvIB1SjdI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>