Bedran Çiya Kurd: Hişmendiya Şamê êşa gelê Sûriyeyê girantir dike

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd diyar kir ku şidandina dorpêça li ser Şehba û Şêxmqsûd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Çiya Kurd got ku hişmendiya hikumeta Şamê pirsgirêkan kûrtir dike û gelê Sûriyeyê êdî tehamûlî vê rewşê nake.

Bedran Çiya Kurd: Hişmendiya Şamê êşa gelê Sûriyeyê girantir dike
9 kanûn, 2022   00:39
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd têkildarî ambargoya li ser herêma Şehbayê û taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji ajansa me re axivî.

Bedran Çiya Kurd bal kişand ser têkoşîna gelan a li Şehba û Şêxmeqsûdê û got ku tevî şertên zehmet û dorpêçê jî, helwesta gel bi rûmet û cihê rêzgirtinê ye.

`ŞIDANDINA DORPÊÇÊ SÛCEKÎ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE`

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku bi salan e hikumeta Şamê bi dorpêçê astengiyên ji welatiyan re derdixe û gihîştiye wê astê ku jiyan hatiye rawestandin, ev jî sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

Çiya Kurd bi bîr xist ku ew vê siyaseta hikumeta Şamê qebûl nakin, hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin, lê ger heke nebû wê helwest û tedbîrên wan hebin.

Çiya Kurd behsa hişmendiya hikumeta Şamê ya li beramberî gelê herêmê jî kir û got ku divê Şam bizane li tevahî Sûriyê pirsgirêkên kûr ên jiyanî, siyasî û aborî hene.

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku pêwîst e gelên Sûriyeyê di nava itîfaqê de bin û dijî armancên hevbeş wekî dagirkeriya Tirk rawestin, divê li ser vê bingehê lihevkirinek çêbe, da ku bikarin herêmên dagirkirî jî rizgar bikin û got: “Lê mixabin em helwesteke nîştimanî ya hikumeta Şamê nabînin. Heta bi êrişên dagirkeriyê yên vê dawiyê jî gelek kes ji artêşa Sûriyê jiyana xwe ji dest dan, heta niha me helwestek nedît.”

‘ŞAM HEWL DIDE ME TENGAV BIKE’

Çiya Kurd der barê bêhelwestiya hikumeta Şamê li hember êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ev tişt anîn ziman: “Yan dixwaze di bin re rejîma Tirkiyê razî bike, yan jî li bendê ye ku êrişên Tirkiyê me tengav bike, em dev ji destkeftiyên xwe berdin û her tiştî radestî rejîmê bikin. Heke wiha difikire şaş e, xwe xapandin e, ne mimkun e em helwesteke wiha nîşan bidin. Me bi xwîna bi hezaran şehîdan ev destkeftî bi dest xistin, ji bo parastina wan jî çi pêwîst bike em ê bikin.”

Di axaftina xwe de Bedran Çiya Kurd bal kişand ser xwepêşandanên ji ber rewşa jiyanî li Siwêda ya başûrê Sûriyeyê û da zanîn ku heke hikumeta Şamê siyaseta xwe li ber çavan derbas neke wê li gelek herêmên dîtir jî serhildan û dengbilindkirin bi pêş bikevin.

Çiya Kurd got ku gelê Sûriyê êdî vê rewşê tehemul nake, mimkun e gelê herî zêde nêzî rejîmî jî di demên pêş de li beramberî wê serhildanê bikin.

‘EM XWE BERPIRSYARÊ BIDAWÎKIRINA ÊŞA SÛRIYEYIYAN DIBÎNIN`

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku wan gelek caran li hemberî rewşa heyî ya li Sûriyê helwest nîşan daye û wiha dom kir: “Helwesta hikumeta Şamê ne erênî bû. Wisa difikire ku aliyek nîn e pê re nîqaş bike û lihevkirineke siyasî pêk bîne.”

Çiya Kurd diyar kir ku ew ji bo bidawîkirina êşa gelên Sûriyeyê xwe berpirsyar dibînin û amade ne bibin beşeke çareseriyê.

ANHA