Şêniyên herêma Cizîrê bang li CPTʹyê kirin ku erka xwe bi cih bîne

Şêniyên herêma Cizîrê bi çalakiyên cuda tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li CPTʹyê kir ku erkên xwe bi cih bîne.

8 kanûn, 2022   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Koçberên li kampa Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê bi meşekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û azadiya wî ya fîzîkî xwest.

Meş ji aliyê Kongra Star ve bi koordînya Meclisa Kampa Serêkaniyê hate lidarxistin. Meş ji pêşiya navenda meclisê dest pê kir. Di meşê de pankartên "Bi rihê berxwedana girtîgehan em ê komplo têk bibin û bi Rêber Abdullah Ocalan re azad bijîn" û "Bijî serok Apo" hatin vekirin.

Xwepêşanderan dirûşmên "Bijî berxwedana rêbertî", "Bijî berxwedana girtîgehan" û "Bê serok jiyan nabe" berz kirin.

Piştî meş rawestiya, endama rêveber a Kongra Star a kampê Xedîce Silo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, armanca tecrîdê ya ku dewleta Tirk li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye îradeya gelan û projeya neteweya demokratîk têk bibin.

Her wiha bang li CPTʹyê hate kirin ku dawî li sûc û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Ocalan bînin.

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Rîma Mehmûd jî axivî û got: "Heta rizgarkirina herêmên dagirkirî û Rêbertiya xwe em ê li hemberî dijmin li ber xwe bidin.

Li bajarê Hesekê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek li dar xist. Ciwanan ji çerxerêya Nisir a li taxa Salihiyê heta çarexerêya Şehîd Serhed a taxa Miftî meşiyan. Ciwanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û bê navber dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana gerîla" berz kirin.

Li çerxerêya Şehîd Serhed endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Hesekê Sara Hesen got: "Dewleta Tirk a dagirker bi ferzkirina tecîrdê li ser Rêber Abdullah Ocalan hewl dide zextê li gelên Kurd û gelên Rojhilata Navîn ên ku bi felsefeya wî bawer in, bike. Her çiqas tecrîdê giran bikin wê bi ser nekevin. Em ê li qadan bin heta ku azadiya Rêbertiya xwe mîsoger bikin."

AMÛDÊ

Bi heman armancê Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê meşek li dar xist.  Meşl ji Qada Jina Azad dest pê kir û li kolanên navçeyê geriya. Di meşê de dirûşmên "Bijî serok Apo" hatin berzkirin.

Meş li Qada Şehîd Cîhad rawestiya. Li vir daxuyaniya Însiyatîfa Gel ji aliyê endama însiyatîfê Hena Xalid ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk li girtîgehan bi taybet li Îmraliyê tevahî peyman û qanûnên navneteweyî, di serî biryaraên komeleyên mafên mirovan bin pê dike.

Her wiha hate gotin, CPTʹyê berpirsê yekemîn ê tecîrd û zextên li ser Rêber Abdullah Ocalan e.

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên herêmî û cîhanî ya li hemberî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hate şeremzarkirin û bang hate kirin ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan divê têkoşîn dewam bike û çalakî ranewestin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Çi bikin wê nikaribin gel ji Rêbertî dûr bixînin."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/o3RQMePf9MQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>