​​​​​​​Rojnameyên erebî: Xwepêşandan derbasî gundewarên Şamê û Humsê dibin

Rojnameyên erebî yên îro behsa xwepêşdanên li herêmên serweriya hikumeta Şamê û rewşa Lîbyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Xwepêşandan derbasî gundewarên Şamê û Humsê dibin
8 kanûn, 2022   07:33
NAVENDA NÛÇEYAN

‘XWEPÊŞANDANÊN ALOZIYA SOTEMENIYÊ DERBASÎ GUNDEWARÊN ŞAM Û HUMSÊ DIBIN’

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Xwepêşdanên gel ên ji ber aloziya sotmeniyê û rewşa jiyanî ya xirab li bajarê Siwêda yê başûrê Sûriyê dest pê kirin, derbasî gundewarên Şamê û bajarê Humsê bûn.

Çavkaniyên navxweyî ji rojnameyê re destnîşan kir ku yekşema borî roja ku xwepêşandanên li Siwêdayê dest pê kiriye, şêniyên herêma Seyde Zeyeb a gundewarên başûrê Şamê (7 km dûrî navenda bajar e) ku wargeha mezin a milîsên girêdayî Îranê ye jî ji ber bêçaretiya rejîmê û peydanekirina sotemeniyê xwepêşandan kir. Çavkaniyan got ji ber nebûna wesayîtên veguhastinê karê bi dehan karmendan hat rawestandin, xwendekar jî neçûn zanîngehên xwe, buhayên madeyan zêde bû. Sedema vê rewşê ew e ku rejîmê nekarî mazot û benzînê peyda bike.

Heman çavkaniyan got bi dehan welatî li ser rêya balafirgehê kom bûn û rê girt, li ser wê yekê endamên saziyên ewlekariyê destwerdan kir û welatî belav kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyan hatine bidestxistin, li bajarê Qudsiye yê bakurê rojavayê Şamê jî nerazîbûn derket, endamên milîsên Dîfa Watanî yên alîgirên rejîmê gule li dewriyeyeke girêdayî saziya ewlekariya siyasî reşandin.

Li taxa Hedara ya bajarê Humsê jî di roja destpêkirina xwepêşandanên li Siwêdayê de xwepêşandan kir û bi dehan welatî kom bûn û bang li hikumetê kir ku sotemeniyê ji bo erebeyan û gel peyda bike.

Ji dema ku DYA`yê û welatên din ên rojavayî cezayên aborî li rejîma Sûriyê ferz kirin û di nav de Qanûna Qeyser, li herêmên serweriya hikumeta serok Beşar Esed ji ber nebûna sotemeniyê gelek alozî derketin. Lê aloziya heyî ya herî dijwar e, tevgera li ser rêyan û li hin saziyên hikumetê hema bêje bi temamî hatiye rawestandin, buhayê veguhastinê bilind bûye û madeyên xwarinê û sebze pir biha bûne.”

‘QANÛNA DADGEHA DESTÛRÊ GEFÊ LI HEVALBENDIYA AQÎLE SALIH Û XALID EL MEŞRÎ DIXWE’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Qanûna avakirina dadgehekê li Bingaziyê ya ku ji aliyê parlamentoya Lîbyayê ve hatiye derxistin, gefan li hevalbendiya serokê parlamentoya Lîbyayê Aqîle Salih û serokê Meclisa Dewletê Xalid El Meşrî yê ku betalkirin proseya siyasî heta betalkirina qanûnê ragihand, dixwe.

Nayê zanîn ka ev qanûn sedema betalkirina hevdîtinê yê ku diviyabû roja şemiyê di navbera Salih û El Meşrî de li Zentanê hatiba lidarxistin an na.

Di daxuyaniya serokê parlamentoyê Aqîle Salid de ku berdevkê parlamentoyê Ebdullah Belhîq li ser rûpela xwe ya Facebookê parve kiriye, hate gotin parlamentoya Lîbyayê qanûna avakirina dadgeheke destûrî parast û roja çarşemê got: "Qanûn edaletê pêk tîne û bandora wê li xeta destûrê heye ku heke were sazkirin dê tevahî qanûnên dijber rawestîne.

Di daxuyaniya ku li ser zimanê Salih hatiye dayîn de hate gotin, derxistina qanûnê ji bo parastina azadî û mafan, avakirina dadgeheke têkildarî kar û barên destûrê ye.

Beriya vê yekê jî El Meşrî peywendiyên bi Salih û karê komîteya hevbeş heta rawestandina qanûna avakirina dadgeheke destûrî li bajarê Bingazî  li şûna daîreya destûrê ya dadgeha bilind li paytext Terablusêrawestandin.

Roja sêşemê parlamentoya li Tebreqê bi piraniya endaman pêşnûmeya avakirina dadgeheke destûrî li Bingaziyê ku ji 13 endaman pêk were, ya ku ji aliyê Salih ve hatiye pêşkêşkirin, erê kir.

Serok û şêwirmenê Dadgeha Bilind El Meşrî û serokê Meclisa Bilind a Dozgeriyê û endamên desteyên   dozgeriyê di peyamekê de bang kirin ku guh nedin biryarên parlamentoyê.”