Kongra Star piştgiriya hemleya qedexeya hewayî kir

Koordînasyona Kongra Star piştgiriya hemleya Haştagê ya Rêveberiya Xweser kir ku dê 10`ê Kanûnê ji bo ferzkirina qedexeya hewayî bê destpêkirin. Kongra Star banga tevlêbûna hemleyê li gelên herêmê û cîhanê kir.

Kongra Star piştgiriya hemleya qedexeya hewayî kir
8 kanûn, 2022   07:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîsî da.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, nexasim bi rêya balafirên şer, keşfên biçek û çekên qedexekirî.

Heta destnîşankirin ku di wan êrişan de sivîl, jin, zarok, sazî, cihê xizmetguzariyê û binesazî hatin hedefgirtin û li pêş çavên Rûsya û Amerîkayê komkujî li dijî gelê herêmê pêk hatin.

Hat diyarkirin ku ew pişgitiyê didin hemleya Haştagê ku dê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10`ê Kanûnê (Roja Mafên Mirovan a Cîhanê) de ji bo ferzkirina qedexeya hewayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide destpêkirijn.

Bang li hemû meclis û komîteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêxistin û nûnertiyên li derve hat kirin ku beşdarî hemleyê bibin.

Dîsa bang li tevahî jinên li sazî, rêxistin û tevgerên jinan ên li herêmê, Rojhilata Navîn û Cîhanê hat kirin ku beşdarî hemleya Haştagê bibin.”

(cx)