Nûnerê Rêveberiya Xweser bi endamên Parlamentoya Luksembûrgê re civiya

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Luksembûrgê bi serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Luksembûrgê Eve Krochten û parlamenter Nataly Opervice re hevdîtin pêk anî.

Nûnerê Rêveberiya Xweser bi endamên Parlamentoya Luksembûrgê re civiya
8 kanûn, 2022   06:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya hevîdtinên ku şandeya Rêveberiya Xweser li Luksembûrgê pêk tîne de, şande bi serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Luksembûrgê Eve Krochten û parlamenter Nataly Opervice re civiya.

Di hevdîtinê de geşedanên siyasî û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dozên hevbeş hatin nîqaşkirin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer di serî de destnîşan kir ku ew ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê bi rêbazên aştiyane û avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî di nav hewldanan de ne.

Omer diyar kir ku Rêveberiya Xweser projeyeke nîştimanî û demokratîk e û ji bo hemû gelên Sûriyê ye û wiha domand: "Lê tevî wê jî ew rastî rexne û îdiayên parçekirina Sûriyê tên. Armanca wan îdiayan ew e ku bihane û hicet peyda bibin da ku derbeyê li hewldanên aştiyane û nîştimanî bixin.ʹʹ

Omer got, di wan hevdîtinan de bal kişandiye ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hedfkirina sivîlan, binesaziya herêmê wek dibistan, nexweşxane û kargehên enerjiyê. Omer îşaret bi vê yekê kir ku eger êrişek bejayî li dijî herêmê pêk were dê derfetê ji çeteyên DAIŞ’ê re were peydakirin ku dîsa xwe birêxistin bikin û dê li ser cîhanê bi giştî xetere bin û aloziyeke mirovî ya mezin çêbibe û di encamê de pêlên koçberiyê çê bibin.

Ebdulkerîm Omer diyar kir ku divê civata navneteweyî bikeve tevgerê û rê li pêşiya siyaset û planên Erdogan rawestînin.

Eve Krochten destnîşan kir ku ew bi fikareke mezin bûyer û geşedanên dawîn ên Bakurê Sûriyê, nexasim gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê dişopînin.

Eve Krochten diyar kir ku ew der barê nîqaşkirina rêbazên destekdayîna gelê Bakurê Sûriyê de hertim bi hemû saziyên Yekitiya Ewropayê re têkildar in. Her wiha destnîşan kir ku bi Rêveberiya Xweser re heman fikar û metirsiyan parve dikin û têkildarî terorê û got divê hewldan hebin ku rê li pêşiya vegera DAIŞ`ê bigire.

Tê zanîn ku di çarçoveya van hevdîtinan de, şandeya Rêveberiya Xweser bi gelek parlamenter, siyasetmedar, kesayetên rewşenbîrî, civakî û berpirsên rêxistinên sivîl re hevdîtin pêk anîn.

(mh)

ANHA