Rêveberiya Xweser kiryarên dewleta Tirk belge dike

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku berxwedana gelan û QSD’ê ya dijî êrîşan bandorek mezin li hundir û derve çêkiriye, ew jî li ser vê berxwedanê xebatên dîplomatîk dimeşînin, belgeyên sûcên dewleta Tirk ji hemû hêzên herêm û cîhanê re dişînin.

Rêveberiya Xweser kiryarên dewleta Tirk belge dike
8 kanûn, 2022   04:08
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd derbarê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û berxwedana gelan û hewldanên xwe yên dîplomatîk de ji ANHA’yê re axivî. 

Bedran Çiya Kurd bibîr xist dewleta Tirk a dagirker ku li ser hişmendiya nîjadperestiyê hatiye avakirin, di çarçoveya siyaseta qirkirina gelan de bi salan e êrîşî herêmê dike, ev êrîş girêdayî pêvajoyan carinan tund, carinan jî kêm dibin, lê konsepta qirkirinê berdewam dike.

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir êrîşên ku 19’ê Mijadarê destpê kirine, ji Şehba heta Dêrikê tevahî herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê heta kûrahiya 100 kîlometreyan bi awayekî hovîtî kirine hedef û hişmendiya qirkirinê hatiye meşandin.

‘HEDEF HEMÛ GELÊN HERÊMÊ NE’

Çiya Kurd bal kişand ku dewleta Tirk binesaziya herêmê kiriye hedef û ziyanek mezin derketiye holê, bi van êrîşan jî xwestiye vê peyamê bide: “Min nekarî êrişa bejahî pêk bînim, lê ez ê ji bejahî xerabtir bikim, derfetên jiyanî ji bo gelê herêmê nehêlim, jehrî bikim da ku kes nikare li vî welatî jiyan bike û koçber bibe.” Çiya Kurd, destnîşan kir ku dagirkeran xwestine çavkaniyên ku rêveberî û QSD fînanse dikin ji holê rakin û piştre jî bêjin, “Rêveberiya xweser rêveberiyeke binkeftî ye, nikare pêdiviyên gel pêk bîne”.

Bedran Çiya Kurd, da zanîn bi êrîşên liser binesaziyê re tevahiya pêkhateyên herêmê bûne  hedef û got: “Hedef ne tenê Kurd in. Li ser vê xakê 5-6 milyon insanên ji hemû pêkhateyên Suriyê û koçber dijîn û ji çavkaniyên ku bûne hedef feyde digirin. Divê wisa bê fêmkirin ku êrîş li ser wan hemuyan e.”

‘TIRKIYE DIXWEZA DAIŞ’Ê DIJÎ GELÊN HERÊMÊ Û CÎHANÊ BIKAR BÎNE’

Di axaftina xwe de Bedran Çiya Kurd bibîr xist ku di êrîşên dawî de Kampa Holê û girtîgeha Çirkîn ku çeteyên DAIŞ û malbatên wan tê de ne rasterast hatine hedefgirtin, bi vê yekê re jî dewleta Tirk xwedî li DAIŞ’ê derketiye û wiha dom kir: “Di êrîşan de gelek kesên ewlekariya van cihan pêk di anîn, şehîd bûn. Ev jî peyamek e, divê herkes zanibe ku dewleta Tirk dixwaze dixwaze DAIŞ`iyan û malbatên wan birevîne, jinûve birêxistin û bihêz bike. Di encamê de jî weke kartek bazarê li dijî gelên herêmê û cîhanê bikar bîne. Careke din eşkere bû ku Tirkiye xwediya DAIŞ’ê ye. Rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst hêviyek pir mezin bi êrişên Tirkiyê girêdaye. Gelek agahiyên zelal di destê me de hene ku DAIŞ xwe amade û birêxistin dike, li bendê ye ku li gel êrîşên Tirkiyeyê ew jî êrişî kampê û girtîgehan bikin. Êrişên DAIŞ`ê û Tirkiyê bi hevûdû girêdayî ne.” Çiya Kurd, destnîşan kir dewleta Tirk ji bo ku pêwendiya xwe ya bi DAIŞ’ê re veşêre, bi rêya ragihandina xwe nûçeyên derew ên wekî, “Me hinek DAIŞ’î girtin, hinek jî kuştin” belav dike.

Çiya Kurd anî ziman ku dewleta Tirk teqîna li Stenbolê jî wekî parçeyek senaryoya êrîşan bikar anîye û wiha dom kir: “Teqîn kir hincet û êrişî herêmê kir. Di êrişên dawî de rêjîma Tirk rûyê xwe yê qirêj pir vekirî nîşan da. Hemû derdoran fêm kir ku Tirkiye lîstikan dilîze. Gelek alî û welatan ji me re gotin ‘Destê me de ti delîl nîn e ku teqîna Stenbolê we kiriye’. Diyare destê MÎT`ê tê de heye. Fam dibe dewleta Tirk çima êrîşî Kampa Holê û girtîgeha Çirkînê dike. Ne mumkine xwe ji vê qirêjiyê paqij bike.”

‘SIYESATA QIRKIRINÊ YE, TENÊ GIRÊDAYÎ HILBIJARTINAN NÎN E’

Têkildarî dema (zeman) êrîşan Bedran Çiya Kurd da zanîn ku êriş di çarçoveya konsêpta qirkirinê de tên domandin, belkî aliyekê wê yê girêdayî siyaseta hundir a Tirkiye û nêzîbûna hilbijartinên wan hebe, lê ya rastî konsepta demdirêje û got: “Kirîzên aborî, siyasî û rojeveke wê ya hilbijartinê heye. Lê êrî tenê bi hilbijartinan ve girêdayî nîne. Hikûmeta ku di encama hilbijartinan bê avakirin jî, wê dijî tekoşîna gelê me siyasetê bimeşîne. Siyaseta wan wê bi rêbazên cuda berdewam bike. Lewma divê em xwe nexapînin, ev siyaseteke dîrokî ye wê dewam bike. Ji ber wê jî pêwîste em li hemberî vê konsepta qirkirinê têkoşîneke kûr û fireh pêş bixin da ku em karibin wê têk bibin.”

‘BÊYÎ AGAHIYA KOALÎSYON Û RUSYA NE PÊKAN E’

Derbarê sekna hêzên Koalîsyona Navnetewî û Rusyayê ya li hemberî êrîşan Çiya Kurd derbirî ku êrîşeke evqasî berfireh ne bêyî agahiya  Koalisyon û Rusyayê ne gengaz e û wiha dom kir: “Li gorî şopandina me di navber van aliyan de odeyên hevkar ên koodînekirina qada hewayî hene. Tu alî nikarin bêyî agahiya wan balfirekê li ser esîmanê Sûriyeyê bifirîne. Piştî civînên li Tehran, Madrîd, Soçiyê û taybet piştî civîna Astana êrîş çêbûn. Di girûpa Astanyayê de hinek lihevkirin çêbûne, hinek armancên wan ên hevbeş hene ku bi hev re li ser kar dikin. Xalên hevbeş ew in ku çawa bikaribin herêmên Rêveberiya Xweser û QSD’ê bêbandor bikin. Li ser vê hemfikirbûnek heye. Gruba Astana hewl dide ka dê çawa piştgiriya rêjîma Sûriyê bike. Tenê Tirkiye li derve bû, niha hewildan hene ku wê jî tevli vê hevkariyê bikin û piştgiriya rêjîmê bikin. Dibe ku hin nakokî jî hebin, lê em di wê baweriyê de ne ku mijara lawazkirina rêveberiyê û QSD xaleke ku girûpa Astana li ser lihevdike ye. Rêjîma Sûriyeyê viya dixwaze. Ji ber vê yekê pêkane ku hêzên di Sûriyeyê de, êrişên hewayî ji nedîtî ve bên. Amerîka, Rûsya û Îran pêkane ji bo berjewendiyên xwe rê nedin êrîşeke bejahî, lê mumkine ji bo êrişên hewayî rê dabin.”

‘HELWEST BI RÛMET HAT NÎŞANDAN’

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku hêzên QSD’ê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî êrîşan helwestek bibandor derxistiye holê, lewre piştî wê jî kooalîsyon, Rûsya û Îranê hinek nerazîbûnên lawaz ku têrî rawestandina êrîşan nakin nîşan dane. Çiya Kurd bilêv kirk u Helwesta QSD û gelên herêmê girîng bû û wiha pê de çû: “Dengê xwe gihandin cîhanê. Ev helwest pir pîroz e, em silav dikin. Gelên me li ser cih û warên xwe man û biryara berxwedana dijî êrîşan daye. Ev helwesteke pir bi rûmet e. Peyamek girîng e. Dema QSD’ê got ewê hemû hevkariyên bi koalîyonê re rawestînin, metirsiyek çêkir. Rejîma Tirkiyê fêm kir ku eger êrişeke bejahî pêk bîne, wê faturaya (berdêl) wê giran be.”

Çiya Kurd anî ziman ku ji ber helwestên hundir û derve êrîş hinek sist bûne, lê êrîşa bejahî her di rojeva Tirkiyeyê de ye, ji bo pêkanîna wê bi gelek aliyan re nîqaş dike, dixwaze erêkirinan bigire.

‘PLANA VEGERA BERIYA LOZANÊ’

Bedran Çiya Kurd da zanîn dewleta Tirk a dagirker dixwaze ji aloziyên herêmê, lawazbûna hikûmetên Iraq û Suriyeyê feyde bigire û sînorên beriya peymana Lozanê bidest bixe. Çiya Kurd bibîr xist ku dewleta Tirk li ser plana dagirkirina beşek ji Iraq û Suriyeyê dixebite û wiha dom kir: “Ji bo vê yekê ewlekariya sînorên xwe dike hincet û di bin nave herêmên bi ewle de dixwaze dagirkeriyê pêk bîne. Dibêje ‘xeterî li ser ewlekariya me heye. Em dijî terorê tekoşîn dikin’. Kurdan jî wekî teror nîşan dide. Li bakurê Sûriyê û Iraqê van hincetan dide pêş. Ev yek hincetek e, ji ber ku ev sed sale Kurdan weke teror nîşan didin. Dixwaze raya giştî, NATO û Ewropayê bi vê buhaneyê iqna bike da ku plana dagirkirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêk bîne.”

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze beriya ku li herêmê çareseriyên mayinde pêk werin, plana xwe pêk bîne û got: “Li Iraqê rewşa Kurdan destkeftiyeke, rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşeke serkeftî heye. Li Rojhilatê Kurdistanê jî serhildan çêbûye û tekoşîneke bilind pêşdikeve. Lewma dewleta Tirk ketiye nava tirsê. Beriya ku ev agir derbasî nava wê bibe dixwaze xwe xilas bike. Tirsa wê bi taybet ji Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye. Şoreşa Rojava bandor li Bakurê Kurdistanê kir, tekoşîneke pir mezin çêbû. Di hilbijartinên 2015`an ên serokkomari û parlamentoya Tirk de jî tesîra wê çêbû. Ev ji bo desthildariya AKP/MHP’ê bû metirsiyek cidî. Lewma bi hemû derfetên xwe hewl dide vê tekoşînê lawaz bike û nehêle bigihîje serkeftinê.”

‘ME BELGEYÊN SÛCÊN ŞER PÊŞKÊŞÎ CIHÊN PÊWÎST KIRINE’

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku êrişên dewleta Tirk dikevin çarçoveya sûcên şer û ji Efrîn heta Serêkaniyê bi salan e vî sûcî didomîne. Çiya Kurd da zanîn ku ew hewl didin bi rêyên hiqûqî-dîplomatîk van sûcan raxin ber çavan, dewleta Tirk bidin darizandin. Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd anî ziman ku wan bi Koalîsyon, Amerika, Rûsya û welatên Ewropayê, Rojhilata Navîn, gelek partî, rêxistin, parlamento, kesayetan re pêwendî çêkirine, name û dosyayên ku kiriyar, xirabî û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker vedibêjin şandine. Çiya Kurd bilêv kir ku wan piraniya civaka navneteweyî agahdar kiriye, lê lewma eger bêdengî berdewam bike, tê wateya ku civaka navneteweyî jî hevkara siyaseta Tirk a qirkirina gelan e û got: “Dîsa wê xeteriya terora DAIŞ`ê mezin bibe û bigîhîje her kesî. Em ê jî nikaribin weke berê tekoşîna dijî terorê bidomînin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd anî ziman ku helwestên welatên Ereb pir lawaz bûn û got: “Pêwîstbû welatên ereban dijî dagirkerî û êrişên dewleta Tirk helwest nîşan bidana, lê derneket pêş. Ev êriş li ser berjewendiyên wan jî gefin. Plan li ser Sûriye, Iraqê û gelek welatên ereban jî hene. Ya ku herî zêde destwerdana  welatên Ereban dike Tirkiye ye. Bi rêya Ixwan El-Mislimîn û pêla Îslama siyasî dike. Em dizanin pêla Îslama siyasî li hemû welatên Ereban pirsgirêke, lewma pêwîstbû rola xwe bilîstan. Ev mijareke cihê rexneyê ye. Di vê çarçoveyê de hinek xebatên me yê girîng wê li welatên Rojhilata Navîn hebin.”

ANHA