​​​​​​​200 hezar Kurd, Ereb û Tirkmen ji ber ambargoya hikumeta Şamê azaran dikişînin

Li kantona Şehbayê zêdetirî 200 hezar welatiyên Kurd, Ereb û Tirkmen ji ber ambargoya ku Firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê ferz dike, azaran dikişînin.

​​​​​​​200 hezar Kurd, Ereb û Tirkmen ji ber ambargoya hikumeta Şamê azaran dikişînin
7 kanûn, 2022   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Şamê ambargoyeke giran li ser şêniyên kantona Şehbayê û koçberên Efrînê ferz dike û bi wê yekê hemû lihevkirinên têkildarî mafên mirovan binpê dike.

Li kantona Şehbayê zêdetirî 200 hezar welatiyên Kurd, Ereb û Tirkmen dijîn. Ji 2018`an de ev ambargoya herî giran e li ser herêmê tê ferzkirin.

Di encama berdewamkirina ambargoyê de rewş pir xirab bûye û gelek sazî ji ber nebûna sotemeniyê nikarin karê xwe bidomînin.

Ji rêveberên Nexweşxaneya Avrîn Dr. Azad Reşo hişyarî dabû ku mazota ji bo pêxistina jeneratoran hatiye veqetandin, dike xilas bibe û nexweşxane dike ji xizmetê derkeve. Reşo hişyariya rûdana karesatekê dabû.

Di encama ambargoya hikumeta Şamê de wesaît û jeneratorên kehrebeyê ji şemiyê (3`yê Kanûnê) de naxebitin û hemû xebatên xizmetguzariyê li kantonê hatine rawestandin, ev yek xetereyê li ser tenduristiya şêniyan çêdike û gefan li jîngehê dixwe.

Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêma Efrînê di 4`ê Kanûnê de ragihandibû ku dewama dibistanan heta hefteyekê tê rawestandin û eger ambargo bidome dibe ku dirêjtir jî bike.

Ji ber nebûna amûrên veguhastinê û mazotê, 15 hezar xwendekar nikarin li 72 peymangeh û dibistanên seretayî, navîn û amadehî perwerdeyê bibînin.

(cx)

ANHA