Li dîmenê binêrin û biryar bidin

Zarokê ku bi oksîjenê dikare li ser piyan bimîne, ji ber ku hikûmeta Şamê kehrebe nade herêmê, li kêleka jeneratorê bi oksîjenê ve hatiye girêdan. Lê vê carê jî îşkenceya dengê jenerator û cihê qirêj dikişîne.

Li dîmenê binêrin û biryar bidin
7 kanûn, 2022   09:13
ŞEHBA

Koçberên Efrînê ku ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk xwe spartine Herêma Şehba, tevî şêniyên resen ên kantona Şehbayê ev demek dirêj e di bin dorpêça hikûmeta Şamê de ne. Ev nêzî 5 salan e bi rêzabên cur bi cur kehrebe, mazot, gaz, derman û xurek li ser herêmê tê qutkirin. Lewma welatiyên herêmê di şertên zehmet de têkoşîna jiyanê didin.

Di 2 mehên dawî de jî, ambargo hatiye Şidandin û destur nayê dayîn ku tiştek derbasî herêmê bê kirin. Lewma li gel qutkirina mazotê, xebatên xizmetguzariyê û bi taybetî jî yên tenduristiyê rawestiyan e. Vê yekê jî herî zêde bandor li ser tenduristî û nexweşan kiriye.

 Gelek nexweş hene ku pêwîste girêdayî cîhazên oksîjenê bin, lê ji ber nebûna mazotê cîhaz kar nakin û li holê mane. Dîmenek ku ji aliyê nûçegihanê me ve li herêmê hatiye kişandin vê rewşê bi eşkereyî radixe ber çavan û pêdivî bi şîroveyan nahêle.

Dîmen li gundê Mezarê Til Şeîr ê girêdayî navçeya Fafîn a herêma Şehbayê hatiye kişandin. Di dîmen de tê dîtin ku zarokê bi navê Reşmar Reşo yê 5 salî ku nexweşiyên rebo (ku bêhna mirovan teng dike) û Epîlepsî (fê, edr) pê re hene, li ber jeneratorekê bi cîhazê oksîjenê ve hatiye girêdan.

Li gorî agahiyên ku malbatê dane, mazot nîn e, lewma seyare kar nakin û ew jî nikarin zarokê xwe bibin bajar. Jenerator jî kehrebê dide gund, lê ji ber tunebûna mazotê nayê pêxistin, tenê ji bo demekê ku zarok karibe oksîjenê werbigire hatiye pêxistin.

Zarok belkî hinek oksîjenê digire, lê vê carê jî ketiye ber îşkenceya dengê jenerator û cihekî qirêj. Lewma metirsiya nexweşiyên din jî derdikeve holê.

Bavê Reşmar Reşo, Êzidiyar Reşo dibêje ji dema ku ji Efrînê koçber bûne, li Şehayê di nava şert û mercên zehemt ên jiyanê de dijîn û ew hem bi ambargoya hikumeta Şamê, hem jî bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re rû bi rû ne.

Reşo got ku zarokê wê yê 5 salî nexweş e, lê ji ber ambargoyê ew nikarin derman jê re peyda bikin.

ANHA