Li Dirbêsiyê jinan tecrîd şermezar kir

Bi sedan jinên li navçeya Dirbêsiyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kirin ew ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û parastina destkeftiyan têkoşînê bilin bikin.

Li Dirbêsiyê jinan tecrîd şermezar kir
6 kanûn, 2022   12:55
 HESEKÊ

Bi sedan jinên ji navçeyê û endamên saziyan ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê dest bi xwepêşdanê kir.

Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Kongra Star bilind kirin û bi dirûşmeyan berxwedana Rêber Ocalan li Îmraliyê silav kirin û sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin.

Li Çarxerêya Gardînya xwepêşandan veguherî mitîngê. Endama Kongra Star a navçeyê Hocîn Hêrez axivî û destnîşan kir ku jinên herêmê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan di nava çalakiyan de ne.

Hocîn got ku êrişên dewleta Tirk a dagirker bi erêkirina hêzên navneteweyî tên kirin û tecrîda li ser Rêber Ocalan li dijî tevahî gel û bi taybet jinan e.

Her wiha diyar kir ku divê gelê herêmê destkeftiyên bi saya fedakariyên şehîdan hatine bidestxistin biparêzin, li hember êrişan û şerê taybet li kêleka hêzên leşkerî yên parastina herêmê dikin bin.

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêber Ocalan bi dawî bû.

ANHA